Nexşerêya Almanî li Hamburgê hate nasandin
Nexşerêya Almanî li Hamburgê hate nasandin
Nexşerêya Almanî li Hamburgê hate nasandin
Pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji nexşerêya çareseriya pirsgirêka Kurd pêk tê ku li zimanê Almanî hatibû wergerandin, roja çarşemê li bajarê Hamburgê hate nasandin. Çalakiya nasandina pirtûka Ocalan ji aliyê Înîsiyatîfa Kurdistanê ya Tatortê ve hate lidarxistin û ji Înîsiyatîfa Navneteweyî ya ji Ocalan re Azadî Reimar Heider beşdar bû. Heider bal kişand ser girîngiya nexşerêya Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û welatên din ên Rojhilata Navîn.
Axaftina vekirinê ji aliyê Nunerê Navenda Agahdarkirinê ya Kurdistanê (ISKU) ve Wolfang Struwe ve hate kirin. Struwe bi bîranîna kesên ku di têkoşîna ji bo aşitiyeke bi rûmet de jiyana xwe ji dest dest dane û her sê jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin kir. Her wiha diyar kir ku nexşerêya Ocalan a bi Almanî dê sibê derbikeve, her kes dikare ji ISKU an jî Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî werbigire.
Piştre Reimar Heider mafê axaftinê girt û bi bîr xist ku Ocalan pêşî xwestiye nexşerêya xwe pêşkêşê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bike, lê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye astengkirin. Her wiha bal kişand ser hevdîtinên li Osloyê û axaftinên Ocalan.
Heider bal kiaşnd ser greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ku di girtîgehên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê dabûn destpêkirin û bi bîr xist ku bi banga Ocalan hate rawestandin û bi vî awayî bal kişand ser girîngiya Ocalan û rola wî ya di çareseriyê de.
Gotûbêjkirin û danasîna nexşerêya Ocalan a ku ji aliyê gelek Alman û Kurdistaniyan ve hate şopandin, li Centero Soziale ya li Sternschanze pêk hat.