Newroz li Den Haagê hat pîrozkirin

Cejna vejînê Newroz, li bajarê Den Haag ê Hollandayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hat pîrozkirin.

Pîrozbahiyê roja 31'ê Adarê li eywana Rîjswîjkê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Di destpêka pîrozbahiyê de Hevseroka DEM-NED'ê Aliye Varto axivî û bal işand ser dîrok û girîngiya Newrozê.

Piştre peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi rêya sînevîzyonê hat nîşandan.

Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz dûre mafê axaftinê kir û bi giranî li ser girîngiya referandûma 16'ê Nîsanê sekinî.

Sariyildiz, komkujiyên ku di nava du salên dawî de li Kurdistanê tên kirin bibîr xist û ji bo bersiveke xurt bê dayîn û hesabê komkujiyan bê pirsîn bang li gel kir ku dengê NA bide.

Pîrozbahiya Newrozê piştî axaftinan bi stranên Hozan Comerd, Nûarîn, Pinar Aydinlar, Hesen Şerîf, Koma Rojava û koma şano ya Amele û Remo Can, heta derengiyê dewam kir.