Nerazîbûna li girtina saziyên çapemeniyê zêde dibe

Nerazîbûna li hikûmeta AKP'ê, ku bi du biryarnameyan gelek saziyên çapemeniyê yên weke Ozgur Gundem, DÎHA, JINHA, Azadiya Welat û Yuksekova Haber girt, zêde dibe.

Nerazîbûna li hikûmeta AKP'ê, ku bi du biryarnameyan gelek saziyên çapemeniyê yên weke Ozgur Gundem, DÎHA, JINHA, Azadiya Welat û Yuksekova Haber girt, zêde dibe. Rojnamevan Mehveş Evîn, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ûfûk Gollu û Seroka Giştî ya EHP'ê Sîbel Ûzûn li ber girtina saziyên çapemeniya azad rabûn.

ÛZÛN: JI BO DERBASÎ NAVA SÎSTEMA SEROKATIYÊ BIBIN

Seroka Giştî ya EHP'ê Sîbel Ûzûn li dijî girtina saziyên çapemenî weşanê derket û got, "Ev hemû ji bo pêkanîna sîstema serokatiyê ne. Bi taybetî êrîşa li dijî ajansa jinan JINHA, ne ya qebûlkirinê ye." Ûzûn li dijî van êrîşan bal kişand ser girîngiya yekîtiyê.

GOLLU: EM DI SERDEMEKE DÎROKÎ DE DEN

Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ûfûk Gollu jî got, "Bi Rewşa Awarte re meclîs tevizî ye. Bi Biryarnameyên bi Hukmê Qanûnî re, ku nîvê şevê tên derxistin, kovar, rojname û ajans tên giritn. Mamoste û endamên hîndekariyê ji kar tên derxistin. Hilbijartina rektoran hate rakirin. Ev pêkanîn hemû, hatina faşîzmê li dijî çîna karker û bindestan e." Gollu da zanîn, ev biryarnameyên tên derxistin, nîşaneya qanûnîbûna faşîzmê ye û got, "Mafên demokratîk û destketiyên dîrokî yên kedê tên talankirin. Lazim e em ji her demê bêhtir rêxistinbûna xwe xurt bikin û berxwedana li dijî faşîzmê birêxistin bikin. Em di serdemeke dîrokî de ne. Helwesta me ya erênî yan jî neyînî ku em ê îro nîşan bidin, wê siberoja me diyar bike." Gollu banga hegirtinê kir.

EVÎN: ROJNAMEVANÎ WÊ BIDOME

Rojnamevan Mehveş Evîn jî got, "Hewldana darbeyê, mîna ku Erdogan got, jê re bû 'xêra Xwedê'. Bi rêyeke din nikarîbû bi vî rengî destûra bingehîn binpê bike û ewqas weşanan bigire." Evîn ev nirxandin kir: "Hewldana bêdengkirina medya mûxalîf, nîşan dide ku serdema nû wê li gorî yên beriya xwe hê bêhiqûqî, bi şîdet û kaosê be. Di heman demê de bêçaretiya rejîma heyî ye. Girtina saziyên weşanê ku piraniya wan ên gelê Kurd û çepgiran e, nîşan dide ku mesele ne cemaet e ne jî hewldana darbeyê ye."

Li gorî Evîn wê hedefa biryarnameya di rêzê de, malperên web, weşanên hêzên laîk/demokrat be û got, "Bi bêdengkirina weşangeriya mûxalîf û bêkarhiştina me rojnamevanan re wê bandora herî giran li gel bibe. Ji ber ku mafê agahîwergirtinê tê astengkirin."

Evîn got, "Divê em vê bipirsin; AKP naxwaze çi were bihîstin? û Çima?" Evîn destnîşan kir, ku ew bi xebatkarên saziyên çapemeniyê yên hatine girtin re ne. Evîn got, "Çi dibe bila bibe wê rojnamevanî bijî, neqede."