Navenda çêkirina derewan, polîtîka medya şerê taybet -5
Dewleta Tirk rejîmeke şerê taybet e, bi pêşxistina şerê taybet û derûnî şensê mana li ser piyan ya vê rejîmê pir lawaz e.
Dewleta Tirk rejîmeke şerê taybet e, bi pêşxistina şerê taybet û derûnî şensê mana li ser piyan ya vê rejîmê pir lawaz e.
Medyayên alîgir û hemû argumanên çapemeniyê ku dirêjeder û amûrê rewakirinan hemû politîkayên ku AKP’ê pêk anîne ne. Politîkayên ku me behsa wan kir, hema bêje bi giştî mijarên piştperde û nayên dîtin in. Qada ku ji bo rûyê veşartî yê van politîkayan neyê nîşandan û eşkere nebin tên bikaranîn jî medya ye. Navenda şerê derûnî bi giranî dixebite, pir rastiyan berovajî dike û dinixumîne. Mirov nikare bi hêsanî ji hev derxe ka kîjan rast e yan jî şaş e, ji ber ku ragihandinê baş bi kar tînin. Di şerê derûnî de heta bêjî bûne pispor, derewên ku civakê bandor bikin, bixin nav rewşa bendewariyê û bidin bawerkirin pir xurt in. Dewleta tirk rejîmeke şerê taybet e, bi pêşxistina şerê taybet û derûnî şensê mana li ser piyan ya vê rejîmê pir lawaz e.
Qada ku AKP'ê xwe tê de cuda û paqij nîşan dide medya ye. AKP'ê di van qadên medyayê de ku bi kar tîne, hewl daye xwe herdem wek partiyeke siyasî ku hilgirê hêza rizgarker û hêviyê ye nîşan bide. Ji ber vê yekê, hewl daye vê derewê bi gel bide bawerkirin; ango her proje û her siyaseta ku vê pêk bîne ji bo gel e. Politîkayên qirkirinê ku AKP'ê li dijî kurdan bi rê ve dibe ji aliyekî ve bi rêbazên şerê taybet kûr dike û ji aliyekî din ve jî rewa dike. Di vê wateyê de, hertim û bi awayekî berfireh bikaranîna wêjeya terorê peywendî bi vê rastiyê re heye. Mînak, bi taybetî di demên dawî de di bin navê zagona têkoşîna li dijî terorê, rewşên hovane û komkujiyên ku li Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Gever, Licê û Sûrê pêk anîn; heke em lê bikolin ka çapemeniyan çawa nîşan dane! ji bo em fêm bikin ku medya veguheriye amûrê berovajîkirin, pîr û pak nîşandana (AKP) wê têrker be. Bajarên ku şewitandine û kavil kirine, bi gotina ku terorîst hene, PKK'eyî hene, kuştina mirovên sivîl yên di hundirê malan de rewabûn dayê û kuştin pêk anîne. Bê ku çavê xwe bineqîne mirovên heftê salî ku di hundirê kolanê de paçê spî bilind kiribûn bi awayekî hovane kuştin. Mirovên ku ketine hundirê jêrzemînekê (bodrom) komkirine û ji bo li pey xwe belgeyekê nehêlin benzîn bi ser wan de reşandine û şewitandine. Hewl dane ku van hemûyan di medyayê de bi palevrayan (gotinan) wisa nîşanî gel bidin, ango em van bajaran ji terorîzmê paqij dikin, bajaran nû dikin û dixwazin jiyaneke hîn rihetir pêşkêşî we bikin. Bi sedan ciwanên kuştin piraniya wan jin in, bi gotina terorîst in, kuştina wan rewa kirine û ev jî herî baş di qadên medyaya xwe de pêk anîne. AKP'ê terora ku bixwe pêk aniye bi riya medyayê ser wê dinixumîne. Sedema herî mezin ya van hemû sûcên li derveyî mirovahiyê medyaya tirk e. Li kêleka van bi çêkirina rojevên çêkirî (erzan-vala-sexte) hewl daye ku civakê ji rojev û rastiyan qut bike. Medya azad ku dixwaze van hemû rastiyan nîşan bide, Cîhanê ji rastiya komkujiyên ku kirine haydar bike, ji bo gelê ku di bin zulmê de hatiye hiştin dadê dixwazin, bê derew, bê alî û emrazbûnê (uydulaşma) red dike, ji aliyê AKP’ê ve hatiye xwestin ku were bêdengkirin û girtin. Ji bo têkbirin û zextxistina ser van qadên medya û çapemeniyê, rastiya AKP’ê ya ku her cure politîkayê dimeşîne li holê ye. Rojnamevanên ku girtine yan jî girtine bin çavdêriyê, televîziyonên ku girtine û di dema nekariye bêdeng bike de, bişkîne mirovên ku kuştiye mînakên berbiçav û eşkere ne. Bi rewakirina tevahiya van bi riya zagonên xwe weke mînak ‘‘zagona kayyum’’ xwestiye ku desthilatdariya xwe bixe bin ewlehiyê.
HER TIŞTÊN RAGIHANDINA AKP'Ê DIBÊJE, NAYÊ WÊ WATEYÊ KU RAST E
Divê gelê me bizanibe ku çapemenî, ragihandin, înternet, weşanên nivîskî û yên din amûr û lingên şerê taybet in. Lewma her tiştê dijmin di riya çapemenî û ragihnadinên xwe de dibêje nayê wê wateyê ku rast in. Divê mirov hertim bi guman lê meyîze bike. Dijmin bi salan vî şerê taybet yê qirêj ku hewl dide derûniya gelê me xirab bike, mejiyên mirovan tevlîhev bike, bi rê ve dibe. Bi dehan car nûçeyên ne rast belav kirine. Di sala 1996'an de çapemeniya tirkan got ku Ocalan di teqînekê de li Şamê hat kuştin. Di sala 2002'an got ku Cemîl Bayik li Îranê hatiye girtin. Dîsa di sala 2011'an nûçeyeke derew belav kir ku Mûrad Karayılan ji aliyê Îranê ve hatiye girtin, filan fermandar li bakur hat girtin, bi dehan PKKeyî xwe radest kirine û derewa herî dawî ku çapemeniya derewker ya Erdogan belav kiribû di 07.10.2016'an de ku digot Bahoz Erdal di teqandina erebekê de li Rojava hatiye kuştin. Lê roj di ser re van nûçeyan re derbas nabin, em dibînin, ew hevalên ku derbarê wan de derew û antî propaganda di çapemeniya derewker de hatiye kirin, derdikevin ser çapemeniyê , daxuyaniyan didin û nûçeyên wan derew derdikevin. Bi van mînakan diyar dibe ku dijmin çawa hewl dide bi mûrala gel bileyîze, wan bêbawer bixe, serê wan tevlihev bike. Lewma, divê em tu carî ji çapemeniya dijmin bawer nekin, ji ber ku armanca wan ew e ku me tune bikin. Hukûmeteke faşîst weke AKP''ê ku dixwaze me ji holê rabike, gelo dibe nûçeyan weke heyî bide?
Şer bi çemkê xwe yê leşkerî yê kevneşop, şerê rû bi rû heta nîvê sedsala bîstan, yek ji girîngtirîn rêbazên encamgir û ferzkirina îradeyan bû. Lê van demên dawî, guhertinên mezin têde çêbûn, vê yekê jî bandor kir li bereyên siyasetê yên ku xwe dispartin şerê dîrek. Rêbazên şerên kevneşop ango şerên germ yên ku bi zora şer, encam li gor xwe digiritin, êdî ihtîmala serkeftina wan sînordar û lawaz ketibû. Sedemên wê yê bingehîn vedigere van du xalan: Ya yekemîn, weke tê zanîn dagirkirin ango dagirkerî rewşeke nayê hezkirin, dema dagirkerî bi awayekî dem dirêj, li ser civak an jî welatekî berdewam dike, di mirovên wê civakê, an jî wî welatî de, reftarekên dijmintiyê li hember dagirkeriyê bi pêş dikevin û dest bi têkoşînê dike, da ku xwe rizgar bike. Ya duyemîn, zehmetkêşana komkirina artêşeke mezin, bi teknîkeke pêşketî û hejmareke zêde ji leşkeran, bihayê wê li ser dewletan mezin disekine, zerara wê ya madî û canî pir zêde dibe, dewlet nikare ji bin derkeve. Lewma şerê taybet, roja îro bi awayekî berfireh dawerviye nava hinavên sîsteman. Desthiladar bi her awayî vî şerê taybet, li hember civak û hevrikên xwe bi kar tînin.
Di şerê Cîhanê yê yekemîn û piştî wê de dagirkirin leşkerî, aborî û siyasî bû, lê piştî şerê Cîhanê yê duyemîn, li gor pêşketinên ku şer bi xwe re anîn, rewş hat guhertin. Li gorî wê, dewletên ku berjewendiyên wan di xalekê de digihîştin hev, pareveyî du beran bûn. Bereyek ber bi kapîtalîzmê ve, yê din jî ber bi sosyalîzmê ve. Lê vê yekê zêde dirêj nekir, bi lez bi salên 90'î re rewş hat guhertin û qad hemû ji bereya ku serkêşiya kapîtalîzmê dikir(Emerîka) re ma. Netewên Yekirtî yên Emerîka, lez da hewldanên xwe yên dagikirin û girtina herêman. Paralel bi serdema teknolojî û înternetê ya piştî nîvê sedsala bîstan ku wan hîmê wê danîbû, bi awayekî plankirî, dest bi berfirehkirina herêman kir û nav lê kir Sîstema Cîhanê ya Nû. Bê guman ev yek, bi armanca hemahengkirin û entegrekirina civakên Cîhanê, li gora sîstema xwe ya nû da kirin.
Pêşketinên mezin yên di amûrên ragihandin û veguhestinê de çêbûn, hişt ku roja îro Cîhan biçûk bibe, bigihîne asteke welê ku mirov karibe li mala xwe rûniştî, bûyerên li her çar aliyên Cîhanê diqewimin, kêlî bi kêlî bişopîne. Em dizanin, yek ji girîgtirîn alavên şerê taybet ragihadin e. Amûrên ragihandinê û serdema teknolojiyê (tv, înternet û yên din) bandoreke mezin li ser nêrîn, bawerî, berdayîna mirov û civakan çêkiriye. Ev rewş hatiye nirxandin û weke rêbazê herî baş, yê şerê taybet ketiye bin xizmeta berjewendî û ejendeyên sîsteman da ku bikaribin, bi ziyaneke kêm bigihînin armancên xwe.
NÛHÊNAN, VEDÎTIN, NÊZÎKBÛNÊN KAPÎTALÎZMÊ Û ŞERÊ TAYBET
Bê guman her xebatek bi armanca nûhênan, pêşxistin, berfirehkirina asoyên zanistê, dewlemendkirina zihnê mirovan, kirina bin xizmeta civakan û bilindkirina asta jiyana civakan, gaveke di cih de ye û hêjayî xelatkirinê ye. Lê divê em vê jî ji bîr nekin ku kapîtalîzm her pêşketin, nûhênan û vedîtinekê li ser xwe dike mal, bi armanca dagirkirina civakan, wan pêşketinan weke dafikekê bi kar tîne û civakan dixe xizmeta ecindeyên xwe. Lewma civakên ku li gor ruhê demê xwe bi çek nekiribin, dîwarê parastina nirxan çênekiribin, (nirxên parastine, xwîna xwe di ber de rijandine, sond xwarine bi wan) ew civak dê bibin armanca êrîşan û mehkûmî belavbûn û beza li pey xelkê bin. Divê bê zanîn ku her serdemeke pêşketinê, tîreke jehrane di nava xwe de dihewîne. Ew tîr yan felç dike, yan dikuje, yan jî xurt dike. Civaka zana ya xwe bi dîwarê parastinê bi çek kiriye, dizane çawa wê pêşketinê ji xwe re bike mal, bê ku bandorên tîra jehrane dawerivin caviyên civakê. Di vê çarçoveyê de lîbralîzm ku nasnameya îdeolojîk ya kapîtalîzmê ye, bi şerê xwe yê taybet, civakan di nava bordomaneke berdewam de dihêle da ku radest bibin, ji postên xwe derkevin û postên wan li xwe bikin. Ji ber ku mirov û civak xwe bi nirxan li ser piyan digirin, em bala xwe didinê, êrîşên her zêde li ser nirxan tên kirin. Civakên zana û hişyar yên nirxên xwe derxistine zanebûnê, zû bi şerên taybet dihesin û bertekên parastinê nîşan didin.
Dema mirov ziraviyên vî şerê taybet, yê ku ji aliyê dagirkeriya tirk ve li ser gelê kurd tê rêvebirin lêkolîn dike; dibîne ku daîreyên şerê taybet, bi piranî îlhama xwe ji nimûnên şerê taybet yên ku di dîrokê de, li ser kurdan hatine meşandin, nexasim serdema osmaniyan û dema Komara Tirkiyê girtine. Herçendî li gor dem-cih û pêşketinên zanistî yên diqewimin, reng û şêweyên nû dabe xwe jî lê herikîna vî şerê taybet yê hovane yê ku civaka kurd qet û parçe parçe dike, tu caran ranewestiyaye û herî zêde jî, di dema osmaniyan de bi sazî bûye. Di dema osmaniyan de, rêxistina Teşkîlatî Mexsûs, bikaranîna alayên Hemîddiye û avakirina sîstema qorûciyan ji wê demê de, kûrkirina nakokiyan di navbera beg, mîrên kurdan de, jihevdizîna wan, bi hev dana şerkirin, têkbirina serhildanên kurdan, hildana zarokên pêşengên serhildanên kurdan û cîna erostûkrat a kurd ji Serayê re, vekirina derfetên xwendinê ji wan re, xwedîkirin û mezinkirina wan, bi darê zorê dana koçkirina bi sed hezaran kurd ji cih û warên wan, di cihê wan de bicihkirina neteweyên din, guhetinên dîmografîk yên li herêmê pêk anîne, her wiha faşîzmên spî, reş û kesk, ya ku îro hukûmeta AKP bi rê ve dibe, nimûneyên berbiçav yên vî şerê taybet in.
Roja îro heman şer bi rêbazên nû, di asteke xeternak de, li ser gelê me li bakurê Kurdistanê tê birêvebirin. Hewl didin di kesayeta tevgera azadiya Kurdistanê de civaka me ji naveroka wê vala bikin, tune bikin. Bi nûçeyên derewker û spekelesyonan, yên weke di êrîşa hewayî ya li ser herêmên parastina medya de, me bi sedan ji PKK'ê kuştin, me PKK'ê lawaz kir, tune kir, filan fermandarê PKK'ê hatin girtin, hat kuştin û hwd, êrîşên şerê taybet yên herî dijwar, dibin ser qadên me yên leşkerî. Dîsa qadên me yên siyasî, aborî, çandî, dîplomasî û yên din, di bin êrîşên tund yên derûnî de ne. Gelê me rojane, di bin bi bordomeke fikirî û leşker de ye. Bi tunekirin û kuştinên bêpirs, yên ku li hember gelê me yê sivîl pêk anîne, li Cizîr, Sûr û cihên din de hewl didin, vîna gelê me bişkînin, bê hêvî bihêlin û çok bi gelê me vedin. Lê divê ew bizanibin, ti caran gelê me radest nabe û dê têkoşîna xwe li hember bêdadiya AKP'ê bidomîne.
ARMANCÊN ŞERÊ TAYBET
Bikaranîna şerê taybet di nava sîsteman de beşekî sereke ye, armanc bandorkirina mejiyê mirovan e, hewl dide civakê bi sîstema xwe re bîne rewşeke guncaw. Ev şer hewl dide serkeftinên di şerê germ de bi dest nexistine, bi şerê taybet bi dest bixe. Şerê derûnî rêbaz û cîbicîkirinên wê rengareng in û li gor rewş û helwestan tê guhertin, armancên ku nehatine diyarkirin dide ber xwe, çekeke xwedî van taybetmandiyan ku, yên hember xwe, bê ku bikevin rewşeke berxwedanê û bê ku ew bi xwe bihesin, dagir dike. Pêkanîna şerê derûnî, gelek caran xwe dispêre meylên mirovan, xwe dispêre pêdivî, xwestek û ajoyên mirovan, ev jî tê wê wateyê ku daîreyên şerê taybet, xalên lawaz yên kes, civakan, derûniya wan, baş diyar dikin û li gor wê êrîşan dikin.
Yek ji rêbazên şerê taybet yê ku dewleta tirk bi kar tîne, weşandina rêzefîlman(dizî) ku me li jor behs kiribû. Naveroka piraniya van rêzefîlman evîn û tiştên vala ne. Di van rêzefîlman de, nav û fîgurên kurdan tên bikaranîn, xeteke zirav ya îslama nerm ku bi şefeqet û rehmê barkirî, xîtabî hest û wijadana mirov dike, wan bandor dike, mirov tîne rewşeke ku bigirî. Di rastiyê de bi van rêzefîlaman xitabî mejiyê ciwan û civakê dikin û mijiyê wan dagir dikin. Hewl didin, tîp û şêweyê jiyana ku ew dixwazin, li ser civakê bi giştî, taybet jî ciwanan ferz bikin. Bi van rêzefîlman hewl didin ber bidin ciwanan, hêz û enerjiya wan, qenalîzeyê cihoka xwe bikin û li gor xwe şikil û şema bidinê, wan entegreyî nava sîstema xwe bikin. Armanca wan rêzefîlman ew e ku ciwan ji pirsgirêkên azadî, girêdana bi nirxan, tevgera azadiyê û şoreşê bi dûr bixin, ji pirsên jiyanî yên çarenûsa wan têkildar dike, dûr bixin, wan bi çîrokên eşq, evîn û tiştên vala ve mijûl bibin.
Ji bo vê yekê, a rast ew e ku mirov li wan temaşe neke, eger temaşe bike jî divê bi çavê nirxandin û naskirina armancên vaşartî yên ku nayên zanîn be. Ji ber ku di wan rêzefîlman de herî zêde kesayet û çanda kurdan tê biçûkxistin, tê reşkirin. Jiyan û kerêkterê gerîla tê reşkirin. Divê rastiya wan rêzefîlman, armancên wan û cûrê şerê taybet, yê ku tê birêvebirin, bi gel re bi simîner û civînan bê parve kirin û teşîrkirin. Bê guman her rêzefîlmek dixwaze şêwazekî jiyanê ava bike, civakê ber bi aliyê xwe ve bajo. Kesên di çanda xwe de ne kûr bin, di girêdana bi nirxên xwe re, ne xurt bin, dê bi wan rêzefîlman bandor bibin, dê wê çandê bigirin û qenalîze cihoka wan bibin. Bê guman li hember vê parastin pêwîste. Lewma qadên me yên çandî(şano, sînama, çêkirina rêzefîlman û hwd) dikarin bi afrîneriya xwe bibin atirnativ û van valahiyan dagirin, berê civakê bi aliyê xwe ve bizivirînin.
Bê guman şerê qirêj yê destavêtina zarokan li dibistanan, ne tiştekî ji xweber û ji rêzê ye. Armanc jê xistina civakê, rumet şkandin û ji cewher derxistine. Pêwîste gelê me van bûyeran sivik negire dest. Li cihê ku li hember wan bûyeran bêdeng dimîne, diviyabû qiyameta rabikira û bi destê xwe hesab ji wan gunehkaran bixwasta, bi dehan bûyer wisa derketin lê mixanbin, deng ji civakê dernakeve. Gelo çima hesasiyeta li beramberî nirxan mirî ye? Çima civak li hemberî van kiryarên derveyî exlaqê civakê û mirovahiyê serî hilnade? Di civakên xwezayî yên berê, ku bi nirxên xwe yên eşîrtî jiyan dikir, tiştekî wiha biqewimiya dê qiyamet rabikirana û hesab bixwestana lê roja îro, em bertekan beramber wan kiryaran di asta tê xwestin de nabînin, dibe ku dem dem hin deng û bertek derdikevin lê ew deng qels in, têrê nakin ku wan kiryaran bide rawestandin. Dema em bi hûrbînî li mijarê binêrin, em ê bibînin ku sîstema nirxan hatiye hekerkirin(derbaskirin). Dema sîstema nirxan ya civakekê bi hekerê bê serûbînîkirin, pîvan namînin, her tişt ji mirov re normal tê. Ya rast ew bû ku diviyabû ew bûyer bûbana sedema pêkanîna şoreşê û gel rabûya ser lingan lê ev pêk nayê!
Xaleke din ku Erdogan di riyê wê re şerê taybet dimeşîne, teke û dibistan û mijara ol e. Bi girtina zarokan di temenekî biçûk de li Kurdistanê ji van teke û dibistanan re û dayîna qursên Quranê, yekser exlaqê û çanda civaka kurd tê armanckirin. Asîmlasyon, mejîşûştin û guhertineke çandî ya aşker tê pêkanîn. Dibe ku malbatên kurd vê mijarê sivik digirin dest an jî ne di zanebûna zererên wê de ne. Girîng e mirov hinekî ronahî bide ser. Gelek caran Erdogan bi gotinên "pkk'eyî zerdeştî ne, ne misulman in...hwd" tevgera me, civaka me, gelê me biçûk dixe. Di vî warî de, perspektivên rêber Apo, derbarê îslamê de net in. Rêber Apo îslamê di dema xwe de, weke tevgereke hemdem ya li dijî zulmê rabûye li qelem dide û bi nirx dide zanîn. Lê Erdogan bi van antî propagandeyên şerê taybet yên reşkirinê hewl dide serê mirovan tevlîhev bike û bi hestên mirovên dilpak dileyîze.
Sibe: Pêngavên parastinê û pûçkirina şerê taybet li Bakurê Kurdistanê