‘Navê zilmê guheriye, lê pergal mîna berê ye’

‘Navê zilmê guheriye, lê pergal mîna berê ye’

Komeleyên Elewiyan li hemberî biryara ku dê navê Yavuz Sultan Selîm li 3. Pira li Stenbolê bê çêkirin bikin, nerazîbûnên xwe nîşan didin. Komeleyan dan xuyakirin ku ev biryar tê wateya navê qetilkirina bi dehhezaran Elewiyan a di roja me de.

Şaxa Sultangazî ya Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal û Komîteya Elewiyan a Şoreşgerî ji bo piştgiriya berxwedana Parka Gezî û proteskirina biryara ku tê xwestin navê Yavuz Sultan Selîm li 3. pira ku dê li Stenbolê bê çêkirin bikin,  li ber Rawestgeha Tramvayê ya Taksîmê kom bûn. Girse paşê bi dirûşmeyan ber bi Lîseya Galatasaray ve meşiya. 

Di meşa ku şaxên navçeyan ên Elewiyan jî beşdar bûn de pankarta “Yavuz Sultan Selîm di roja me de navê bombayên gazê, avên bi şid, cop û Tomayan e. Ew Yezît, em her tim Huseyîn in” hat vekirin. Di meşa ku dirûşmayên “Bi axîna Mazlum em ê li zalim bidin”, Tayyîp Îstîfa”,    “Pîr Sultan Abdal soza me, Kerbela rêya me ye” hatin gotin de, li ser navê komeleyên Elewiyan Serokê Malacem (Cemevî) ya Okmeydanê Zeynel Şahîn kir. 

Şahîn destnîşan kir ku daxuyaniya navê pira 3. dê bibe Yavuz Sultan Selîm tê wateya qetilkirina bi dehhazaran Elewiyan a di roja me de. Şahînê ku got “Navê Zulmê hatiye guhertin, lê pergala wê nehatiye guhertin” axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Di demên berê de navê zulmkaran Yezît, Harun, Hizir Paşa û Yavuz Selim bû. Di roja me de jî desthilatdariya pergala jihevduketî AKP ye.” Şahîn wiha berdewam kir: “Em wek Elewî, Kizilbaş û Bektaşiyan mîna duh îro jî serî ji zulmê re natewînin. Em naxwazin navê celladê canên me û kujerê dest bi xwîn li Anatolyayê were bibîranîn. 

Meş bi çepik û dirûşmayan bi dawî bû.