NAV-YEK : Newroz azadiya me ye!

NAV-YEK, bi hatina Newrozê re daxuyaniyek nivîskî da û Newroza sala 2017’an li hemû gelê bindest, bi taybet li civaka Êzidî ya Êzidxanê pîroz kir.

NAV-YEK’ê diyar kir ku Newroz sembola berxwedanê ye, di vê rojê de gelê bindest bi vîn û tekoşîna xwe li dijî desthilatdara derketin û gihîştin azadiyê.

NAV-YEK’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev tişt got:

“Newroz destpêka roja nû ye, di roja nû de mîladek ji nû ve destpê dike. Newroz destpêka dewranek nû ye, dewrana jiyana azad e. Em di serî de Newroza 2017’an li tevaya cîhanê û taybetî li gelê Mezopotamyayê pîroz dikin.”

Em weke Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidî (NAV-YEK), Newrozê li hemû gelê bindest bi taybet li civaka Êzidî ya Êzidxanê pîroz dikin. Banga me ji civaka Êzîdiyan ên li Ewropa, werin em li pîrozbahiya Newrozê 2017’an li bajarê Frankfurt ê Maîn, bibin yek deng û li dijî zordar û rûreşan, agirê azadiyê nû gûr û nû bikin. Yekbûna me vîna me ye.”