Mubarek dê careke din 13’ê Nîsanê were darezandin

Mubarek dê careke din 13’ê Nîsanê were darezandin

Serok dewletê Misrê yê ji peywirê hatî xistin Husnî Mubarek  dê 13’ê Nîsana 2013’an careke din were darezandin. Darezandin dê di demekî ku li Misrê rageşî heye û ji ber hilbijartinê jî dê rageşî hîn zêdetir bibe.

Serokê hatî xistin beriya “Bihara Ereban” li welatê xwe hatibû darezandin. Mubarekê 84 salî piştî Sibata 2011’an li welat tevahiyê serhildan çêbû hatibû girtin û niha li nexweşxaneyek leşkerî ya Qahîreyê tê dermankirin.

Dadgehê Misrê daxwazên careke din darezandina Mubarek û Wezîrê Navxweyî yê berê Hebîb El Edlî qebûl kiribû. Serokê Dadgehê Emîr Ebû El Matî aşkera kir ku, dadgeh dê di 13’ê Nîsanê pêk bê.

Kurên Mubarek, Cemal û Ala jî dê ji ber gendelî û ruşwetê bêne darezandin. Karsaz Huseyîn Salim ku di sala 2011’an de hate darezandin û ji ber gendeliyê hate mehkûm kirin, ew jî dê careke din bê darezandin.

Parêzerek yê Mubarek Muhamed Abdulrezaq da diyarkirin ku, dîroka dadgehkirina nû têkildarî pêvajoya polîtîk ya li welat hatiye diyarkirin û armanc dikin ku Mubarek li zindanê bihêlin. Rezaq da zanîn ku, 13 Nîsanê roja dawî ya pêvajoya girtina demî ya Mubarek û got: “Ger wê rojê dadgeh destpê neke êdî dê Mubarek li zindanê negirin.”