MKYK ya AKP’ê îro berxwedana Parqa Gezî dê nîqaş bike
MKYK ya AKP’ê îro berxwedana Parqa Gezî dê nîqaş bike
MKYK ya AKP’ê îro berxwedana Parqa Gezî dê nîqaş bike
Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan, Lijneya Rêveberî û Biryarê ya Navendî (MKYK) ya asta herî bilind a biryara partiya wî ye, gazî civînê kir.
Civîna ku dê berxwedana Parqa Gezî ya Taksîmê ya 12 roje didome û li seranserê Tirkiyeyê belav bûye bê nîqaşkirin, wê li Serokatiya AKP’ê ya Stenbolê saet di 13.00’an de dest pê bike.
Her wiha tê payîn ku di civînê de pêvajoya çareseriyê ya demokratîk ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û hilbijartinên herêmî û parlamentoyê yê di sala 2014’an pêk tên dê bê nirxandin.