Mîtînga ODP'ê betal bû, bang ji bo Taksîmê
Mîtînga ODP'ê betal bû, bang ji bo Taksîmê
Mîtînga ODP'ê betal bû, bang ji bo Taksîmê
ODP'ê da xuyakirin ku ew mîtînga xwe ya navendî ya 9'ê Hezîranê ya li Kadikoyê betal dikin û di heman rojê de banga tevlêbûna meşa Taksîmê kir.
Partiya Azadî û Piştgiriyê (ODP) di çarçoveya kampanya xwe ya bi navê "Em Tirkiyê jinûve ava bikin" de diviyabû di 9'ê Hezîranê de li Kadikoyê mîtîngekê lidar bixin, lê da xuyakirin ku wan ev mîtîng betal kirin.
Hevserokê ODP'ê Alper Taş daxuyaniyek da û diyar kir, ku wan mîtîng betal kirine û di şûna wê de di heman rojê de wê saet di 14.00 de ji Mecidiyekoy ber bi Taksîmê ve meşek were lidarxistin û banga tevlêbûnê kir.