Mitînga berxwedana Taksîmê bidawî bû
Mitînga berxwedana Taksîmê bidawî bû
Mitînga berxwedana Taksîmê bidawî bû
Mitînga ku ji aliyê Platforma Piştevaniya Taksîmê ve hate organîze kirin û koma Mor ve Otesî derketin ser dikê bi sloganên “Hikumeta Îstîfa” bidawî bû, Parka Gezî û Qada Taksîmê ya sed hezaran kes lê kombû, bi çalakî û şahiyan berdewam dike.
Li ser banga Platforma Piştevaniya Taksîmê sed hezaran kesên li Taksîmê mitîng pêkanîn, piştî Koma Çarşi girse silav kir û koma muzîkê Mor ve Otesî derketin ser dikê bidawî bû. Di çalakiya ku ji bo daxwazên wan bêne cih banga “pêngavan bi avêje” li hikumetê kirin û li ser dikê bang li girseyê kir ku, dema belav dibin ji bo ewlekariyê di rêyên Mecîdiyekoy û Îstîklalê de biçin kir.
Piştî mitîng bidawî bû bideh hezaran kes li Qada Taksîm û Parka Gezî çalakî û şahiyên xwe didomînin. Piştî mitîngê bihezaran kesên ber bi kona BDP’ê ve çûn, dîlan girêdan. Li qada konê ji bo kovara Demokratîk Modernîte, rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat stand hatin danan.
Li aliyê din jî piştî mitîngê ciwanên berxwedêr dest bi paqijkirina qadê kirin.