MÎT: Haluk Kirci ji Gulen pere girt
MÎT: Haluk Kirci ji Gulen pere girt
MÎT: Haluk Kirci ji Gulen pere girt
MÎT’ê di rapora ku ji Komîsyona Lêkolînê ya Darbeyan re şand de diyar ku berpirsên Komkujiya Bahçelîevler Haluk Kirci di girtîgehê de ji Fetullah Gulen pere girtiye. Di rapora MÎT’ê de wiha hat gotin: “Mele Fetullah wek baskê Asyaya Navîn û Pêş a Weqfa Demokrastiya Netewî ku lijneya CIA’yê ye kar dimeşîne.”
Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) ji Komîsyona Lêkolînê ya Derbeyê re ku di bin bana Meclisê de hatiye avakirin re raporek şand û der barê Fetulah Gulen de agahiyên balkêş da.
Li gorî nûçeya rojanemeya Cumhuriyetê, di raporê de tê gotin ku berpirsê komkujiya Bahçelîevlerê Kirci û Gulen di nava têkiliyekê de ne. Hate diyar kirin ku di nava cemeetê de gelek “ulkucuyên” (nijadperestên tirk) berê hene û wiha got: “Haluk Kirci jî dema di girtîgehê de bû ji Mele Fetullah alîkariya aborî girtiye.