Mîraz ê pitik dîsa rakirin nexweşxaneyê

Pitika bi navê Mîraz ê li gel dayika xwe Gulîstan Dîken Akbaba li girtîgehê dima û dema ket serê wê li betonê ketibû, dîsa rakirin nexweşxaneyê.

Pitika bi navê Mîraz ê li gel dayika xwe Gulîstan Dîken Akbaba li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dima, pêr di qawîşê de ketibû û serê wî li betonê ketibû. Li ser vê rewşê Mîraz bi wesayîta rîng rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farabîyê. Mîraz ê pitik dema di vegera nexweşxaneyê de dîsa nexweş bû û dubare rakirin nexweşxaneyê. Bav Cengîz Zaza Akbaba jî wiha got: “Dixtor diyar kir ku divê di nava 24 saetan bin çavdêriyê de be. Gotin piştî navbera saetekê şiyar bikin. Bi wî awayî 24 saet derbas bû. Di serê wî de hê werimîn heye, dil tavêje û naraweste. Piştî 24 saetan û şûnde dîsa Mîraw şandin girtîgehê.

Bav Akbab, diyar kir ku Mîraz dubare rakirine nexweşxaneyê, di saetên nîvroyê de ji girtîgehê li wî geriyane û wiha got: “Dayika wî nexwaze zaroka wê bidin yên ji derve.” Bav Akbaba li ser vê çûye girtîgehê Mîraz girtiye û wiha pêde çû: “Nexweşiya mîna dilavêtin, germbûn pêre heye. Me li Nexweşxaneya Zarokan a Kartal Yakacik razandiye. Niha serûm tê dayîn. Piştî hemû tehlîlan û şûnde wê nexweşiya wî derkeve holê.”