"Milyon bi milyon em biherikin Taksîmê"
"Milyon bi milyon em biherikin Taksîmê"
"Milyon bi milyon em biherikin Taksîmê"
ESP'ê bang li herkesî kir ku beşdarî mîtînga îro ya li Taksîmê bibin û got, "Milyon bi milyon em biherikin Taksîmê."
Navenda Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) beriya mîtînga îro saet di 16.00 de li Taksîmê banga "Milyon bi milyon em biherik Taksîmê" kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya ESP'ê de weha hat gotin; "Çalakiya me ya bi berxwedana Taksîmê destpê kir û veguherî raperîna edalet, demokrasî û azadiyê" li gel hemû manîpulasyon, sergerandin û dijwariya polêsan a hukûmeta AKP'ê, hîn bêtir deng vedide û dewam dike."
ESP'ê da xuyakirin ku AKP hewl dide girseya bingeha xwe bixe nava tevgerê, li Enqere û Stenbolê biryara mîtîngan girtiye û bi vî rengî dixwaze gel bînin pêşberî hev û siyasetê parçe bike. ESP'ê got, "Lê vala ye, ti hêza AKP'ê nikare hêrsa gelê me ya kolan û meydan azad kirine rawestîne û nikare biryardariya me bişkîne."