Milîsên KBDH’ê Dem Dema Zîlanbûyînê ye!

Milîsên KBDH’ê, Zîlan bi bîr anî û banga tevlêbûna refên xwe li jinên kedkar kir.

Milîsên Zeynep Kinaci yên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH), di çarçoveya bibîranîna Zîlan (Zeynep Kinaci) ya çalakgera fedaî de, li dijî êrîşên bi faşîstî yên dewleta Tirk pankart daliqand û bang li jinên kedkar kir.

Di daxuyaniya Milîsên Zeynep Kinaci yên KBDH’ê de wiha hat gotin:

“30’ê Hezîranê di saet 16.00’an de, pankarta ‘Dem dema Zîlanbûyînê ye!’ yê li Dortyola Yakacik a Stenbolê hat daliqandin, heta bi êvarê li texma Dortyolê daliqandî ma.

Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî destdirêjî û kuştina jinan her tim li kuçe û kolanan bin. Em ê li têkoşîna xwe dewam bikin. Li dijî pergala desthilatdar a mêrane, em banga tevlêbûna nava refên KBDH’ê li hemû jinan dikin.“