Mihçi: Biryara gelê Ermenî zelal e; NA
Nûnerê Zor Zartonk û endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Mûrad Mihçi got, biryara gelê Ermenî ya di referandûmê de zelal e. Mihçi diyar kir, gelê Ermenı wê bêje NA.
Nûnerê Zor Zartonk û endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Mûrad Mihçi got, biryara gelê Ermenî ya di referandûmê de zelal e. Mihçi diyar kir, gelê Ermenı wê bêje NA.
Mihçi der barê referandûmê de ji ANF'ê re axivî û anî ziman, li dijî zîhniyeta tekparêz a tê ferzkirin, civaka Ermenî ji her demê bêhtir destekê dide kampanyayên 'NA'.
'DENGÊ ERÊ VEGEREA LI TRAVMAYÊN BERÊ YE'
Nûnerê Zank Zartonk Mûrad Mihçi da xuyakirin, ku bi vê guhertina destûra bingehîn re travmaya berê ya bi serê civaka Ermenî ve hat, dubare dibe û got, "Ji serdema Osmaniyan û vir ve, piştî her destûreke nû ya bingehîn, Ermenî neçarî koçberiyê hatine hiştin. Di destûra bingehîn a sala 1982'an de jî tiştên bi heman rengî rû da bûn. Civaka Ermenî koçî derveyî welat kiribû."
Mihçi ragihand, feraseta dîkta û tekparêz ji bo civaka Ermenî her tim rê li ber pirsgirêkan vedike û destnîşan kir, ku dema ew li xalên pêşkêşî dengdanê tên kirin dinêre, dibîne ku heman travma dikare careke din bi serê Ermeniyan ve were. Mihçi destwerdana Walîtiya Stenbolê li hilbijartina Patrîk weke mînak nîşan da û anî ziman, Ermenî ev 9 sal in nikarin hilbijartina partîk a rûhaniyan bike. Mihçi bibîr xist, patrîkê Ermenî û Serokê rûhanî yê Ermeniyên li Tirkiyeyê Mesrob Mûafyan ev 8 sal in nexweşê demasê yê ji ber vê yekê nikare bi wezîfeya xwe rabe. Mihçi got, mîna Şaredariyên DBP'yî, kêm maye qeyûm li Patrîkxaneya Ermenî jî bi cih bikin.
'BI DENGÊ NA, WÊ ROJ JI NÛ VE HILÊ'
Mihçi anî ziman, ji ber ku referandûm di roja Cejna Paskalyayê tê kirin, Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan pêşnûmeyeke îtirazê pêşkêş kir, lê ev îtiraza wî nehat nirxandin. Mihçi destnîşan kir, ku ev helwesta xemsar jî têrê dike bê nêzîkatiya AKP'ê ya li hindikahiyan çawa ye. Mihçi ragihand, tevî her tiştî jî, li dijî zîhniyeta tekparêz, ji sedî 90 'ê Ermeniyan wê bêjin NA û got, civaka Ermenî ji her demê bêhtir destekê dide kampanya 'NA'.
Mihçi bibîr xist, kuştina Hrat Dînk, Sevag Balikçi, Marîtsa Kuçuk di dema hikumeta AKP'ê de hatine kirin, ti ji wan nehatine ronîkirin û got, "Kiryarên kuştina Hrant Dînk wextekê bûn endamê Ergenekonê, wextekê jî bûn FETO'yî. Lê belê dewletê ti carî berpirsyariya di kuştinê de li xwe negirt. Wê rojê dijminê hikumetê kî be, berpirsyariya cînayetê xistin sûtiyê wî.
Mûrad Mihçi destnîşan kir, ku di nava 14 salên hikumeta AKP'ê de ji bo Ermeniyan ti tiştekî erênî nehatiye kirin û got, "Eger di referandûmê de dengê NA bi ser bikeve, wê roj li ser hemû gelên li vê erdnîgarê hilê."