Midûrê Emniyeta Cizîrê ji peywirê hat girtin
Midûrê Emniyeta Cizîrê ji peywirê hat girtin
Midûrê Emniyeta Cizîrê ji peywirê hat girtin
Midûrê Emniyeta Polîsan a navçeya Cizîra Şirnexê, di encam lêpirsîna ku derbarê polîsên gulle li girseya gel reşandibûn de hatibû destpêkirin, ji peywirê hate girtin.
Roja 23’yê nîsanê li navçeya Cizîrê, li taxa Yasefê du polîsan gule li gel reşandin û di encamê de 4 kes birîndar bûn. Midûrê Enmiyeta Cizîrê Ercan Îçlî ji di çarçoveya lêpirsînê de ji peywirê hate girtin. Ercan Îçlî beriya 5 mehan anîne Cizîrê û her tim li rastî nerazîbûnan tê. Îçlî di civîna gel a ku li midûriyeta polîsan li dar xistibû de gotûbû: “Ger me bixwestiba me dê di Newrozê de 200 kesan bikuştiban. Lê polîsan mudaxele nekir.”
Îçlî herî dawî ferman dabû polîsan ku dîmenên Şandeya Aqilmendan a ku hate Cizîr bikişînin. Ji endamêmn heyetê hiqûqnas Kezban Hatemî nerazîbûn nîşanî polîsan da û dest danî ser dîmenên ji aliyê polîsan ve hatine kişandin.