Merkel banga rawestandina dijwariyê li hukûmeta Erdogan kir

Merkel banga rawestandina dijwariyê li hukûmeta Erdogan kir

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel diyar kir ku divê Tirkiye li dijî xwepêşandêran dijwariyê bikar neyne. 

Angela Merkel di civîna çapemeniyê ya bi Serokwezîrê Tûnûsê Elî Larayed a li Berlînê de axivî û got, "Ez bawer dikim ku wê bi ciwanan re li ser pirsgirêkan gotûbêj werin kirin û li hemberî xwepêşandêran bi ti awayî serî li dijwariyan nedin."

Çalakî di roja 11. de dewam dikin û heta niha di xwepêşandanan de 2 xwepêşandêr û polêsekî jiyana xwe ji dest dan. Lİ gorî daneyên Odeya Tabîban a Tirk 48 jê giran, herî kêm 4785 kes birîndar bûne.