Mehyedîn Meho li Danîmarkayê hate bîranîn

Ji bo Mehyedîn Meho bi nasnav Mazlûm ku destpêka meha Tebaxê li bajarê Tirbespiyê yê Rojava şehîd bû, li paytexta Danîmarka Kopenhagenê civîneke bîranînê hate lidarxistin.

Civîna bîranînê dawiya hefteyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir.

Di çalakiyê de şervan Mehyedîn Meho ku 4'ê Tebaxa 2020'an li bajarê Tirbespiyê ji ber qezayekê şehîd bû hate bîranîn.

Malbata şervan jî tevlî civîna bîranînê bû.

Di civîna bîranînê de her wiha li dijî dagirkeriya dewleta Tirk banga xwedîderketina li berxwedana gerîla ya li Heftanînê hate kirin.