Meclisa Jinan ya Evry kongreya avabûna xwe pêkanî
Meclisa Jinan ya Evry kongreya avabûna xwe pêkanî
Meclisa Jinan ya Evry kongreya avabûna xwe pêkanî
Li bajarê Evry yê Fransayê Meclisa Jinên Kurd yekemîn kongreya xwe pêkanî. Di kongreya ku zêdetirî 200 jinan tevlîbûn, avabûna Meclisa Jinan ya Çîçek Botan hate îlan kirin û her wiha ji bo meşa 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê dê roja Şemiyê li Parîsê were li darxistin banga tevlîbûnê hate kirin.
Li bajarê Evry yê Fransayê li Navenda Çanda Mezopotamya Meclisa Jinên Kurd ya Evry kongreya xwe pêkanî û avabûna xwe îlan kir.
Li Evryê di encama xebatên demek dirêje di asa komîsyona jinan û komîsyona amadekariyên meclisa jinan de tê birêve birin û biryar girtin ku bibin meclis, bi tevlîbûna zêdetirî 200 jinan kongreya xwe pêkanîn. Jinên MLKP’ê û rêxistên din yên sosyalîst li gel wê jî jinên Fransî jî tevlî kongreyê bûn û piştgirî dan.
Kongreya ku diyarî sê jinên şoreşger yên li Parîsê hatin qetilkirin kir, li salonê wêneyê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan, her wiha pankarta ‘Em we ji bîr nakin’ daliqandin.
Piştî deqîqeyek rêzgirtin û hilbijartina dîwanê, xebatên komîsyona jinan û komîsyona amadekariya meclisa jinan hate nirxandin. Belgeyek ya ji tespît û dîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên ya di derbarê azadiya jin û rêxistina jin hate xwendin û nîqaşkirin.
Piştre navê meclisa jinan, rêzikname û plansaziya salê hate destgirtin û pejirandin. Meclis weke Meclisa Jinan ya Çîçek Botany a Evry hate qebûl kirin û di hilbijartina hatî kirin de Hacer Guneş ji bo serokatiya wê hate hilbijartin. Piştî hilbijartina serokatiyê 5 komîsyonên ji 37 kesan pêktê hate avakirin.
Di girtina kongreyê de bang hate kirin ku, bi awayek xurt tevlî çalakiya “Em edaletê dixwazin” ya her hefte ji bo sê jinên şoreşger yên li Parîsê hatine qetilkirin û meşa 9’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bibin.
Piştî sloganên ‘Şehîd Namirin’ 130 kartên ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê ji postexaneya Evry ji Serokwezîr û Serok Komarê Fransayê re şandin.