MAZLUMDER: Divê Komîsyona Mafên Mirovan rapora Qilabanê red bike
MAZLUMDER: Divê Komîsyona Mafên Mirovan rapora Qilabanê red bike
MAZLUMDER: Divê Komîsyona Mafên Mirovan rapora Qilabanê red bike
Serokê Giştî yê MAZLUM-DER'ê Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku, divê Komîsyona Mafên Mirovan rapora Komîsyona Jêrîn a Qilebanê qebûl kirî red bike. Unsal anî ziman ku, dîrok û wijdana mirovahiyê kesên ji bo erêkirina vê raporê dayîn ji bîrnake.
Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Ahmet Faruk Unsal têkildarî Rapora Komîsyona Jêrîn a Qilabanê ya ji aliyê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a ya Meclisa Tirk ve hate avakirin a ku têkildarî qetilkirina 34 welatiyên li Roboskiyê di 28'ê kanûna 2011'an de hatin qetilkirin daxuyaniyekî nivîskî da.
Unsal anî ziman ku, divê Komîsyona Mafên Mirovan rapora Komîsyona Jêrîn a Qilebanê redbike û wiha got: "Rapora Komîsyona Jêrîn a Qilabanê li hemberî dengên muxalîf ji aliyê komîsyonê ve bi pirdengî hate qebûlkirın. Rapor pışti di rojeva komîsyonê de hate erêkirin dê fermî bibe. Di raporê de tê gotin li ser agahiyên dê rayedarekî PKK'ê bi koma qaçaxçiyan bê Tirkiyeyê pêk. Li herêma her roj nêzî 100 kes bi awayekî rotîn bazirganiyê dikin û tên û diçin. Agahiya koma nêzî sînor dibe qaçaxçî ne an na ji yekîneyên sînor û çavkaniyên îstîxbartê nehatin pirsîn û bi êrîşa hewayî hatin qatilkirin. Ji ber vê yekê operasyon bi tena serê xwe felaket e. Koma nêzîk Tirkiyeyê dibû hêj nektî Tirkiyeyê operasyona dersînor pêk hat û berpirsiyara vê yekê ya hikûmetê ye. Piştî bûyer û ji kesên bi saxî xilasbûn hate fêmkirin ku di nav komê de tu PKK'î tunebûn."
Unsal destnîşan kir ku, komîsyonê li şûna kiryaran derbixe holê û berpirsiyarê siyas biparêze kiryar peyda nekirin û bi awayekî berpirsyariya siyasî di bin gûmanê de hişt û wiha pê de çû: “Komîsyona Meclîsê piştî 15 mehan xebitî raporek amade kir. Rapor bi vî şiklî bi motîvasyona li şûna rastî bên dîtin û edalet bi cih bê na bi careke din bê hilbijartin hate nivîsandin. Çiqasî li hemberî vijdana mirovahiyan, qail û edaletê darbeyek me ewqas li hemberî baweriya Meclisê jî darbeyek e. Komsîyonê bi wijdan û edaleta aqil na bi aqilê dewletê rapor qebûl kir."
Unsal anî ziman ku, dîrok û wijdana mirovahiyê kesên ji bo erêkirina vê raporê dayîn ji bîrnake.