Mamosteya ku ji kar hatî avêtin Onay, hate kaşkirin û binçavkirin!
Yek ji wan mamosteya ku bi Rewşa Awarte ji kar hatî avêtin Nazîfe Onay ji hêla polîsan ve li erdê hate kaşkirin û binçavkirin.
Yek ji wan mamosteya ku bi Rewşa Awarte ji kar hatî avêtin Nazîfe Onay ji hêla polîsan ve li erdê hate kaşkirin û binçavkirin.
Mamoste Nazîfe Onay ku bi BHQ’yên Rewşa Awarte ji kar hatî avêtin û li ber mala xwe nobêd digirt, ji hêla polîsan ve bi erdê ve hate kaşkirin û binçavkirin.
Endama Eniya Kedkarên Cameweriyê Onay beriya ku were binçavkirin daxuyanî dabû û gotibû: ‘’Li dijî AKP’ê yê ku dixwaze me bi birçîbûnê terbiye bike, nan û karê me ji dest me distîne û çi kesê ku serê xwe jê re natewîne terorîst radigîne, ez bang li hemû gelê me dikim ku destekê bidine kedkarên cameweriyê ku ji bo rûmeta xwe têdikoşin.’’
Piştî daxuyaniyê Onay bi erdê ve hate kaşkirin û binçavkirin. Dema ku Onay hatî binçavkirin dirûşmên, ‘’em kedkar in, em mafdar in, em ê bi ser bikevin’’ , ‘’êşkence bê şerefî ye’’ berz kir.