Malbatên gerîla û girtiyan 'Çareseriya Demokratîk' nîqaş kirin

Malbatên gerîla û girtiyan 'Çareseriya Demokratîk' nîqaş kirin

YAKAY-DER û TUAD, li Stenbolê xizmên girtiyan û malbatên gerîlayên PKK'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan, anîn cem hev û pêvajoya "Çareseriya Demokratîk” nîqaş kirin.

TUHAD-FED û MEYA-DER'ê malbatên gerîlayên PKK'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dane û malbatên girtiyan li avahiya BDP'ê ya Sultanbeylî ya Stenbolê anîn cem hev. Di civîna ku li avahiya BDP'ê ya navçeyê pêk hat de, malbatan li ser geşedanên pêvajoyê û Çareseriya Demokratîk nêrînên xwe anîn ziman.

Di civînê de Rêveberên TUHAD-FED'ê, MEYA-DER, YAKAY-DER, TUAD-DER, BDP û gelek kesên din jî amade bûn. Li salona civînê pankarta "Ji bo em pêvajoya demokratîkbûnê pêş bixin, hêza me û gotina me heye" vekirin û alên KCK û PKK'ê daliqandin. Dîsa posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir û bê navber siloganên "Şehîd namirin" hatin gotin. Di civînê de rêvebera MEYA-DER'ê Fatma Duman, bal kişand ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û diyar kir ku, di vê pêvajoya 30 salan de herî zêde malbatan bedel dane.

Welatiyê bi navê Hikmet Atici, despêkê beşdarên civînê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û wiha got: "Ez bavê gerîla me. Kurê min bi vîna xwe tevlî nava refên PKK'ê bû. Ne tenê ew, hemû gerîla nirxên me ne. Em dê li wan xwedî derkevin û divê her kes li wan xwedî derkevin. Gelek windahiyên me çêbûn. Em bi têkoşîna gelê xwe gihiştin vê astê. Em gelek malbat ji zarokên xwe agahiyê nastînin. Em dixwazin em agahiyan bistînin."

Dayîka bi navê Sultan Azbay jî diyar kir ku, ew ji hemû kesên ku zarokên xwe û xizmên xwe di vê têkoşînê de winda kirine tika dike ku, her kes li nirxên xwe xwedî derkevin.

Civînê bi pêşniyar û rexneyan berdewam kir.