Malbata Rêberê Gelê Kurd ji bo hevdîtinê serî li rayedaran da

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin xizmên xwe bibînin serî li rayedaran dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan.

Ocalan piştî 21 salan yekemcar di 27'ê Nîsanê de karîbû bi rêya telefonê bi malbata xwe re biaxive.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê 23'ê Îlonê bi hinceta 'Nexşeya rê' ya ku Ocalan sala 2009'an ji bo parastinê pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû, 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû.