Mafnasê navdar ê Swêdî: Bila tecrîd tavilê bi dawî bibe
Ji mafnasên navdar ên Swêdî Leîf Erîksson diyar kir, divê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe.
Ji mafnasên navdar ên Swêdî Leîf Erîksson diyar kir, divê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe.
Ji mafnasên navdar ên Swêdî Leîf Erîksson ku 30 sal in parêzeriyê dike, anî ziman ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî pîvanên bingehîn ên mafnasiyê ye û xwest, tecrîd bi dawî bibe.
Erîksson bi rêya dîmen peyamek şand û diyar kir, hevdîtina girtiyan a bi parêzeran re pîvaneke mafnasiyê ye ku hatiye qebûlkirin û mafê mirvaon e. Erîksson got, "Ji ber vê yekê ez piştgiriyê didim greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan pêk tîne."
Erîksson di dawiya axaftina xwe de got, "Tecrîd bila tavilê bi dawî bibe."