LRN’ya BDP’ê dicive
LRN’ya BDP’ê dicive
LRN’ya BDP’ê dicive
Piştî nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji Îmraliyê ji BDP’ê re şandibû, civîna Meclîsa Partiyê (MP) pêk ht û îro jî Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya BDP’ê dicive.
LRN’ya BDP saet di 14.00’an de li Navenda Giştî ya BDP’ê dicive. Piştî nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihişt ber destê BDP’ê MP civîn pêk anîbû. Civîna MP’ê wekê ku hat gatin ne der barê nameyê de , der barê hevdîtina bi Ocalan re hatibû kirin pêk hat. Nameya ku Ocalan şandibû îro dê di civîna LNR’yê de bê nîqaşkirin.
Li aliyê din li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bi nameyên ku Ocalan ji Qendîl û Ewropayê re şandine de dê parlamenterên di heyetê de cih girtibûn jî biçin û li wir nîqaşan wek nîşe bigirin. Piştî nîqaşên her sê navendan hate berhevkirin heyet dê dîsa biçe Girava Îmraliyê û dê bi Ocalan re hevdîtinê bike. Ocalan piştî van hevdîtina bi xwe nexşerê û bangên xwe bike.