Li Yewnanîstanê protestoyên AKP/Qesrê dewam dikin
Kurdên ku li paytext Atîna dijîn, protestokirina pêkanînên rejîma AKP/Qesrê ya dagirker û talanker dewam dikin.
Kurdên ku li paytext Atîna dijîn, protestokirina pêkanînên rejîma AKP/Qesrê ya dagirker û talanker dewam dikin.
Kurdistaniyên ku li paytext Atîna ya Yewnanîstanê dijîn, li ser banga Meclîsa Gel a Demokratîk standa çalakiyên hata Roja Kobanê ya Cîhanê dewam bike da destpê kirin.
Kurdistaniyên ku çalakiya yekem bi awayê mîtîngekê li Qada Sîntagma li dar xistin, roja Şemiyê jî li bajarokê Lavrîonê meşek lidarxistibû. Kurdistaniyan, roja Yekşemê dîsa çalakiya xwe li Qada Sîntagmayê kirin. Li vir binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli û êrîşên dagirkirinê yên xaka Rojava û tarîkirina weşanên saziyên Kurdî hatin protestokirin.
Kurdan di çalakiya xwe de belavokên ku bi zimanên Îngilîzî û Yûnanî amade kiribûn belav kirin.