Li Xelatê mitînga 'Jiyana Azad' pêk hat
Li Xelatê mitînga 'Jiyana Azad' pêk hat
Li Xelatê mitînga 'Jiyana Azad' pêk hat
BDP'a Xelatê bi dirûşmeya "Rizgariya Demokratîk Jiyan Azad" mitînga "Jiyana Azad" pêk anîn.
BDP'a Xelata Bedlisê bi dirûşmeya "Rizgariya Demokratîk Jiyana Azad" bi tevlêbûna sedan kesan mîting pêk anîn. Di mîtîngê de parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan, Endamên BDP'ê Necla Yildirim, Hevserokên BDP'ê yên Bedisê Şahin Çoban, endam û rêveberên BDP'ê yên navçeyên Bedlisê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Di mîtîngê de Posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan alên PKK'ê û pankarta "Em meşa PKK'ê ya Aştiyê silav dikin" vekirin. Di mîtînê de filamayên kesk, sor û zer hatin vekirin. Di mîtîngê de girsê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" û "Ciwan fidaiyên Apo ne" berz kirin. Mîtngê bi rêzgirtinê dest pê kir û bi axaftinan berdewam kir. Hevserokê BDP'ê yê Bedlisê Şahin Çoban, diyar kir ku bi sedsalan in gelê kurd bi polîtikayen înkar û îmhayê hatiye heta îro û gelê kurd bi têkoşîna xwe xwe daye qebûl kirin. Çoban, anî ziman ku mudatabê gelê kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan jî diyar kir ku PKK'ê soza xwe bi cih anî û dor a hikûmete ye. Pişti axaftinan Hunermend Bulent Turan û Koma Greva Rojê konser dan. Mitîng bi govendê bi dawî bû.