Li Wanê 2 kes hatin girtin
Di encama operasyonên qirkirina siyasî de ji 19 kesên li navçeya Îpekyolû hatibûn binçavkirin, 2 jê hatin girtin.
Di encama operasyonên qirkirina siyasî de ji 19 kesên li navçeya Îpekyolû hatibûn binçavkirin, 2 jê hatin girtin.
Li taxa Yenî ya navçeya Îpekyolû ya Wanê di 8'ê Adarê de 19 kes hatibûn binçavkirin. Piştî lêpirsîna wan a Midûriyeta Polîsan bi dawî bû, sewqî dozgeriyê hatin kirin. 14 kes li dozgeriyê hatin berdan û 5 kes sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 5 kesên bi îdîaya “li ser navê rêxistinê xebat kirine" sewqî dadgehê hatin kirin, 3 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Salîh Orhan û Bahrî Koçak jî bi sûcê 2 li ser navê rêxistinê xebat kirinê” hatin girtin û şandin girtîgehê.