Li Tokyoyê 1. Konferansa Kurd a Navneteweyî
Li paytext Tokyo ya Jeponyayê cara yekem Konferansa Kurd a Navneteweyî hate lidarxistin.
Li paytext Tokyo ya Jeponyayê cara yekem Konferansa Kurd a Navneteweyî hate lidarxistin.
Li paytext Tokyo ya Jeponyayê cara yekem Konferansa Kurd a Navneteweyî bi rojevekî tije hate lidarxistin.
Di serî de Rojava di nav de ji Bakur, Başûrê Kurdistanê û nûnerên partiyên sîyasî û gelek sazî yên di Kongreya Neteweyî ya Kurdisanê de başdarî konferansê bûne.
Di konferansa siberoja Kurdistanê û îro hate gotûbêjkirin de parlemerterên Jeponî, nûnerên rêxistina civaka sivîl û çapemeniya Jeponya eleqeyek mezin nîşan dan.
Cara yekem li Jeponya ya li welatê Asyaya Dûr têkildarî Kurdan konferansekî navneteweyî tê lidarxistin.
Di konferansê de Hevserokê Meclîsa Avaker weke temîsl li ser navê Federasyona Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsuf, Berdevka Kongra Star Evîn Sewîd, Endamê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Mûstefa Meşayîx û Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Mahmût Togrûl, Nûnerê Norwec ê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Refîk Gefûr û nûnerên ji partiyên Başûrê Kurdistanê beşdarî kirin.
Di konferansê de ewilê Sekreterê Giştî yê Koma Dostên Jepon ên Kurd Akîbonû Kînoshîta axivî û diyar kir ku divê raya giştî ya Jeponyayê Kurdan ji nêz ve binase.
YÛSÛF: EM LI BENDA PIŞTGIRIYÊ NE
Hevseroka Federasyona Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif, diyar kir ku Rojava di nava xaka Sûriyeyê de pêwîstî pê heye ku bi sîstemekî federal xwe bi rêve bibe. Yûsûf destnîşan kir ku wan li dijî çeteyên DAIŞ’ê serkeftinên mezin bi destxistine, ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê piştgirî ji raya giştî ya navneteweyî xwest.
Yûsûf, bibîr xist kul i Rojava sîstema ekolojî û jinê di tevahî cîhanê de eleqeyek mezin jêre hatiye nîşandan û ji bo gelên Rojhilata Navîn modela aştiyê ye.
TORGÛL: CUDAHIYÊ DERXÎNIN HOLÊ
Parlemeterê HDP’ê Mahmût Togrûl, yek ji cihê herî zêde li Kurdistanê êş lê hatiye kişandin herêma Bakur e û divê di raya giştî de di derbarê vê mijarê de cudahiyê derxînin holê. Piştî ku pêvajoya çareseriyê ji aliyê Serokkomarê Tirk Erdogan ve hate betalkirin û şûnde, polîtîkayekî topyekûn ya tinekirin û helandinê hatiye şopandin û meşandin.
Togrûl destnîşan kir ku li bajarên Kurdan di jêrzemînan de Kurd bi saxî hatin şewitandin.
GEFÛR: DIVÊ PIŞTGIRÎ BÊ DAYÎNA KURDAN
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Fefîk Gefûr jî diyar kir ku divê rê bê dayîn ku li Ewropa û hemû cîhanê Kurd bi asayî bikaribin xebat bidin meşandin. Gefûr, têkildarî hevdîtina şatiyê ya Oslo ya di sala 2011’an de navbera PKK’ê û dewleta Tirk de hate kirin jî axivî.
Her wiha Gefûr daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya cîhanê kir ku ji bo li dijî êrîşên liser Kurdisanê tên kirin û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dide kirin piştgiriyê bidin Kurdan.
Nûnerên Başûrê Kurdisanê jî diyar kirin ku ji bo serxwebûna Kurdisanê, piştgiriyê didin referandûma ku tê plankirin.
ÊRÎŞ HATIN ŞERMEZARKIRIN
Delegeyên 1. Konferansa Kurd a Navneteweyî, êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê jî şermezar kirin, bang li dewleta Tirk kirin ku dev ji êrîşên xwe berdin.