Li Tîzlerînê xebatê kolandinê didomin
Li Tîzlerînê xebatê kolandinê didomin
Li Tîzlerînê xebatê kolandinê didomin
Li gundê Tîzlerîn ya Qoserê di encama kolandina de hestiyên aydê 3 kesan hatibû dîtin. Xebatên li herêmê ji nûve dest pêkir.
Ji bo A.Vahap Ateş, Mehmet Emîn Abak û Yusuf Tunç yê di sala 1994-1995’an de li navçeya Qosaerê ya Mêrdînê hatin binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin, bi talîmata Dozgeriya Komarê ya Qoserê li gundê Tîzlerîn di bîrên avê de kolandin hatin destpêkirin û xebat bê navber didomin. Bi hatina Dozgerê Komarê yê Qoserê, ÎHD û MEYADER’ê re xebatên kolanê dest pêkirin.
Xebatên duh hatin destpêkirin de hestiyên aydê kesekî û cil û berg hatibûn dîtin. Hestî xistin bin qeydan û li ser gumanên li herêmê li 100 metreyî dur xebat hatin destpêkirin. Di qada duyemîn de jî di encama kolandinan de hestiyê aydê du kesan hat dîtin.