Li Tirkiyeyê bi milyonan kes bêkar in

Li gorî daneyên TUÎK'ê, hejmara mirovên li Tirkiyeyê bêkar in gihîşt 4 milyon û 194 hezar kesî.

Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) statîstîkên li ser hêza kar a meha Tebaxê eşkere kir.

Li gorî TUÎK'ê li gelemperiya Tirkiyeyê hejmara mirovên ji 15 salî û pê ve yên bêkar gihîşt 4 milyon û 194 hezar mirovî. Rêjeya bêkariyê jî bû ji sedî 13.2.

Hejmara mirovên ku meha Tebaxa 2020'an dest bi kar kirin, li gorî heman dema sala derbasbûyî bi 975 hezar kesî kêm bû. Rêjeya karkirinê bi rêjeya ji sedî 2.4 kêm bû û gihîşt ji sedî 43.9.

Di nava ciwanan de rêjeya bêkariyê ji sedî 26.1 e.

Li gorî lêkolînên saziyên serbixwe û sendîkayan, bêkariya rastî qat bi qat ji daneyên TUÎK'ê zêdetir e.