Li Tebqayê derbên giran li DAIŞ’ê tên xistin
Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa ya ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatibû destpêkirin dewam dike. Hat diyarkirin ku derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê hatine xistin.
Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa ya ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatibû destpêkirin dewam dike. Hat diyarkirin ku derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê hatine xistin.
Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa ya ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatibû destpêkirin di roja 9’an de dewam dike. Şervanên ku balafirxaneya Tebqa ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin, li derdorî Tebqayê derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixin.
Navçeya Tebqa 40 km dikeve başûrêrojavayê Reqayê. Şervanên QSD’ê yên ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de pêş ve diçin, armaca wan ew e ku bajêr ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bike.