Li Taxên Hey Ewwel û Salis şer giran e: 19 çete hatin kuştin

Li du taxên Tebqayê di şerê navbara şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de qewimî, 19 çete hatin kuştin.

Li gorî nûçeya Ajansa ANHA’yê, li du taxên Tebqayê di navbara şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê giran diqewime. Di şer de heta niha herî kêm 19 çete hatine kuştin.

Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa û bendava Firatê di roja 46’an de bi hemû leza xwe didome.

Îro ber êvarê li Taxên Hey Ewwel û Hey Salis (taxa Yekem û taxa Sêyem) ên Tebqaya Nû, di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer qewimî. Şerê ku di saet 18:00’an de destpê kir, piştî saetekê dijwar bû. Di şer de heta niha 4 jê sekvan bi giştî 19 çete hatin kuştin, 2 şervanên QSD’ê jî birîndar bûn.

Şervanan her wiha demançeyek Ûzî, 6 bombe avêj, sindoqek guleyên Doçka 37 mm. û sindoqek serikên fuzeyan jî desteserkirin.

Şerê li herdu taxan bi hemû giraniya xwe didome.