Li Taksîmê pevçûn didomin

Li Taksîmê pevçûn didomin

Pevçûnên li qada Taksîmê di navbera çalager û polîsan de derketin didomin. Bi sedan polîsên li qadê rawestiyane, bi bombeyên gazê êrîşê komên dixwazin bikevin qadê dikin.

Di saetê zû yên sibê de polîs ketin qada Taksîmê û li vir bi bombeyên gazê êrîşî çalakgeran kirin. Her wiha panqartên hatibûn daliqandin şewitandin û alên tirk lê daliqandin.

Pevçûn bi taybet li herêma Talîmhaneyê zêde bûne. Polîs bi ava şid û bombeyên gazê êrîş dike û berxwedêr jî bi kevir û dem bi dem jî molotofan bersiv dide.

Qada ku veguherî qada şer, lê gelek TOMA, ambulans, tankerên avê û wesayîtên tîpa akrebê ya polîsan hene. Li vir gelek kes berhev bûne û xelek girêdane. Di pevçûnan de endamê Lijneya Rêveber a HDK’ê Alp Altinors û Jiyan Guner jî nav de herî kêm 9 kes birîndar bûne.