Li Taksîmê jiyan heye!

Li Taksîmê jiyan heye!

Berxwedana Taksîmê di roja xwe ya 12’emîn de didome. Hejmara konan her diçe zêde dibe.Ji marketên şoreşê heta revîran, ji baxçeyê çayê heta muzeya şoreşê park bûye bajarekî biçûk.

Berxwedêrên Taksîmê gotina Erdogan ya ‘çapulcu’ li Erdogan vegerazdin û ji akademîsyenan bigire, heta doktoran ji hunermendan bigire heta sporîstan her kes berê xwe dide qadê.

Hejmara konan zêde dibe. Wêneyên berxwedanê, nivîs, daxwaz li Muzeya şoreşê hatine daliqandin û kesên tên Taksîmê ewil diçin wir.

Cur bi curbûna parqê her roj zêde dibe. Komek jin ji bo yogayê, komeke sporîst ji bo ‘bibe spor’ li parqa Gezîne.

ELEQEYA KURDAN ZÊDE BÛ

Piştî daxuyaniya KCK’ê ya ku bila kurd di pêvajoyê de bibin xwedî însiyatîf şûnde eleqeya kurdan bo berxwedanê zêde bû. BDP’ê kon ava kir û li dora kon posterên Ocalan, alên KCK, PKK û Konfederalîzmê hatin li daliqandin. Ciwan li dora kon govendan digerînin û sirûda dixwînin.

HELBESTÊN TURGUT UYAR

Li dîwaran qada Taksîmê îmzeyên rêxistinan, dirûşme, dijun û helbest cih digirin. Ya herî zêde tê tercîh kirin jî helbesta Turgut Uyar. Nivîsa îtîfaqê çep ya Yewnanîstanê Srîza jî heye.

Nivîsên li ser dîwaran di saetên sibê de ji aliyê ekîbên şaredariyê ve tên paqijkirin.  Li qadê herî zêde maskeyên gazê û berçavk tê firotin. Ev du roje jî boyaxên spreyê lê zêde bûne. Berxwedêr ligel hemû îxtîmalî bi maskeyên gazê digerin.

LI HEMBER HELÎKOPTERÊN POLÎSAN BERTEK

Li holê polîs xuya nakin. Lê hêrsa li dijî polîsan neqedyaye. Navber bi navber li ser qadê polîs bi helîkopteran digerin. Ev jî rastî bertekên tund yên çalakgeran tên. Qad bi yek dengî dirûşmeya ‘hikûmet îstîfa’ berz dikin.

Navê şehîdê berxwedana Antakyayê Abdullah Comert li rawestgeha Gumuşsuyu hatiye danîn. Bi kurtasî li Taksîmê jiyan bi tevgereke mezin didome.