Li Taksîmê êrîşa polîsan: Zêdetirî 10 binçavî

Li Taksîmê êrîşa polîsan: Zêdetirî 10 binçavî

Komeleya Azadiya Rûyê Erdê xwest ji bo hemû zindiyên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dane, li pêlekanên Parka Gezî daxuyaniyek bidin, lê rastî êrîşa polîsan hatin û zêdetirî 10 kesan lêdan xwar û hatin binçavkirin.

Komeleya Azadiya Rûyê Erdê xwest ji bo hemû zindiyên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dane, li pêlekanên Parka Gezî daxuyaniyek ya çapemeniyê bidin lê rastî êrîşa bimertal ya polîsên AKP’ê hatin. Polîsên ku kom heya Rawestgeha Tramvay ya Taksîmê birin li vir li zêdetirî 10 kesan xistin û binçavkirin.

Welatiyan bi çepikan û sloganên “Ev hêjan destpêke, tekoşîn dê bidome”, “Polîs simîtan bifiroşe, birûmet jiyan bike” bersiv dan, her wiha polîsan bimertalên xwe mudaxeleyî xebatkarên çapemeniyê jî kirin û destûr nedan qeyda bikin. Polîsên Cadeya îstîklalê girtin, girse bimertalên xwe ber bi Cadeya Siraselvîlerê birin.

Koma ku demekê li Cadeya Siraselvîlerê man, polîsan careke din êrîş kir ser wan.