Li Taksîmê êrişa polêsan: Herî kêm 8 birîndar

Li Taksîmê êrişa polêsan: Herî kêm 8 birîndar

Ji ber êriş û destwerdana polêsan a li Qada Taksîmê ya li dijî berxwedêrên Parqa Geziyê, li gel Endamê Desteya Rêveber a HDK'ê Alp Altinors, herî kêm 8 kes birîndar bûn. 

Bi hezaran polêsên taybet îro danê sibê li Tarlabaşi, Beşîktaş û Gumuşsûyû li hev kom bûn û li dora saet 07.30 de bi maşînên zirxî TOMA û Akrep, ketin hundurê Qada Taksîmê.

Polêsan bi bombeyên gazê êrişî çalakgerên li binê konan kirin û ji wan xwestin, ji qadê derkevin. Polêsan dan xuyakirin ku ewê dest li Parqa Gezî nedin û bang kirin ku Qada Taksîmê were valakirin.

Polêsên ketin Qada Taksîmê, pankart û wêneyên li ser AKM û Peykerê Ataturk qetandin û li şûna wan du alên Tirkan daliqandin.

Li ser êrişa polêsan, li Taksîm, Siraselvîler û Talîmhaneyê, di navbera polês û koman de pevçûn derket. Girseya gel bi kevir û fîşekên hewayî bersiv da bombeyên gazê yên polêsan.

Di pevçûnê de, ji ber molotofkokteylekê agir bi maşîneke TOMA ket û maşînê zerareke mezin dît.

Ji ber êrişa polêsan, tevî Endamê Desteya Rêveber a HDK'ê Alp Altinors herî kêm 8 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku bombeya gazê li serê Altinors ketiye û rewşa wî giran e.