Li Swêdê têkiliyê Tirkiyeyê yên bi cîranên wê re hate nîqaşkirin
Li Swêdê têkiliyê Tirkiyeyê yên bi cîranên wê re hate nîqaşkirin
Li Swêdê têkiliyê Tirkiyeyê yên bi cîranên wê re hate nîqaşkirin
Li Stockholmê bi konferanseke li ser têkiliyê Tirkiyeyê yên bi cîranên wê re hat pêkanîn.
Konferansa bi navê ‘Tirkiye cîranên xwe çawa dibîne’ ku ji aliyê saziya sivîl ya bi navê Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê (OSCE) hate organîzekirin, pêk hat. Sefîrê Tiriyeyê yê berê yê Swêdê Mikael Şahlîn, Serokê Enstîtuya Lêkolîna Aştiyê ya Navnetewî ya Stockholmê, sefîrê teqawît Rolf Ekeus û ji pisporê Enstîtuya Polîtîkayên Derve ya Fînlandiyayê Hanna Ojanen tevli konferansê bûn.
Konferans ji aliyê rojnameger Olof Kleberg ve hat bi rêvebirin. Hanna Ojanna ewil axivî û got Tirkiye bi Çîn, Endonezya û Brezîlyayê re di warê aborî û polîtîk de pêşve çûye, lê gelek pirsgirêkên wê yên cidî hene.
Ojanan got ku di 1999’an de Tirkiye ji bo endamatiya YE’yê hatiye qebûlkirin û piştî vê gelek ferom pêş xistiye, lê çend sal berê li şûna ku xwe di warê endamtiya YE’yê de pêşve bibe, li herêmê hedef kiriye ku xwe bike wlatê sereke.Ojanan got ku ji Rojhilata Navîn bigire, heta Balkanan û heta Efxanîstanê hewl daye bandora xwe bide hîskirin û Tirkiye ji YE’yê dûr ketiye, di polîtîkaya derve de ji sedî 50 bi YE’yê re tevgeriyaye.
TIRKIYE BI CÎRANÊN XWE RE PIRSGIRÊKÊN CIDÎ DIJÎ
Mikael Sahlin jî diyar kir ku Tirkiye bi cîranên xwe re û bi taybetî jî bi Suriyeyê re pirsgirêkên cidî dijîn û got di hundir de jî di çareseriya pirsgirêka kurd de têk çûye. Sahlîn got hejmara rojnamegerên girtî li Tirkiyeyê gelek zêdene û di warê binpêkirina mafan de jî pirsgirêkên mezin dijî.
Sahlîn got ku Tirkiye, bi Iraq, Israîl, Sûriye, Qibris û Ermenîstanê re pirsgirêkên cidî dijî û diyar kir di têkiliyên bi welatên din re bandora pirgirêka kurd girînge. Sahlîn wiha got: “AKP ji bo hilbijartinên pêş qezenc bike hinek reformand ike. Li ser makeqanûnek nû dixebite. Di van xebatan de pirsgirêka kurd gelek girînge.
Ger 4’emîn pakêta reformê pêk were û girtiyên KCK û Ergenekonê bên berdan dê têkiliyê wê bi YE û DYA’yê re baş be. AKP ligel ku dibêje ez li gel reform û demokrasiyê me jî gelek girtiyên siyasî hene. Erdogan ji polîtîkayên çareseriyê dest berdaye û berê xwe daye rêbaza çareserkirina leşkerî. Di salên 90’î de min li Tirkiyeyê peywir dikir, wê demê şer hebû. Sala borî jî hebû.”
Sahlîn da zanîn ku Ocalan ligel ku ev 14 sale girtiye di pirsgirêka kurd de rola aktîf dilîze û nêrînên Ocalan bi yên Qendîlê re gelek girînge û got: “Gelên tirk û kurd ligel aştiyê ne. Gelek kes jî xwedî vê fikrêne ku Erdogan ne ji bo çareseriyê ji bo serokatiyê hewl dide.”
HETA PIRSGIRÊK ÇARESER NEBE TIRKIYE NABE ENDAM
Rolf Ekeus jî diyar kir ku Serokomar Abdullah Gul di 11’ê Adarê de hatibû Swêdê û têkiliya me germ bû. Ekeus got ew di navbera 2001-2007’an de Komîserê Kêmarên Netewî bû û got dema Tirkiyeyê serî li YE’yê da pirsgirêka kurd rojevî bû û wiha got: “niha 15 milyon kurd di bin zext û zilmê de ne. Ji ber vê Tirkiye heta pirsgirêkê çareser neke endamtî ne mumkune.
DIVÊ OCALAN SERBEST BÊ BERDAN
Di dawiya konferansê de em bi Ekeus re hatin cem hev û Ekeus diyar kir ku hikûmeta AKP’ê li Rojhilata Navîn lîdertiyê hedef dike û got ku piştî bi cîranên xwe re ket nava nelihevkirinê, hewl dide bi YE’yê re têkiliyên xwe baş bike.
Ekeus wiha got: “Sedema pêngava AKP’ê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ev e ku herêma kurdên Suriyeyê desteser bike. Vê rewşê jî bandor li ser kurdên Tirkiyeyê kir. ji ber vê lihevkirina di navbera PKK û dewleta tirk de ji bo her duyan jî baş bû.” Ekeus tecrîda li ser Ocalan jî rexne kir û got divê Ocalan ji bo muzakereyan serbest bê berdan.