Li Stûttgartê daxwaza azadiya Yuksekdag û Demîrtaş hate kirin

Li bajarê Stûttgartê ji bo azadiya Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag çalakiyek hate lidarxistin.

Li Schlossplatz a bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, ji bo Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de wêneyên Demîrtaş û Yuksekdag hatin hildan û pankartên bi zimanê Elmanî hatin vekirin.

'DIVÊ ELMANYA TÊKILIYÊN XWE BIBIRE'

Bi navê HDK-Stûttgartê Necatî Abay axivî, beşdar silav kir û got, Yuksekdag û Demîrtaş ji pêşengên gelên Tirkiyeyê ne.

Hevberdevka HDK-Stûttgartê Aynûr Karakaya piştre bi zimanê Elmanî ji girseya gel re axivî. Karakaya destnîşan kir ku di şexsê Demîrtaş û Yuksekdag de ew xwedî li rûmeta xwe derdikevin.

Karakaya anî ziman, tevî hemû zordariya dîktator Tayyîp Erdogan jî, Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel têkiliyên xwe yên aborî, siyasî û leşkerî yên pê re didomîne û xwest dawî li van têkiliyan bê anîn.

Karakaya xwest, Yuksekdag, Demîrtaş, parlamenter, rojnamevan û hemû girtiyên siyasî bên berdan.

Di mîtîngê de ku bala Elmanan li ser bû bi zimanê Elmanî dirûşmên "Bijî piştgiriya enternasyonal", "Azadî ji Yuksekdag re", "Azadî ji Demîrtaş re", "Azadî ji girtiyan re" hatin qîrîn.