Li Strasbourgê çalakiya 'Nobeta Azadiyê' didome
Li Strasbourgê çalakiya 'Nobeta Azadiyê' didome
Li Strasbourgê çalakiya 'Nobeta Azadiyê' didome
Çalakiya nobedê ya ji Ocalan re Azadî di hefteya 36. de didome. Çalakî vê hefteyê ji aliyê kedkarên çapemeniyê ve tê rêvebirin.
Çalakiya nobeya azadiyê di hefteya 36. de 7 kedkarên çapemeniya kurd ya li Ewropayê dimeşînin. 2 ji wan jin, 7 rojnamevanên kurd ji roja yekşemê û vir ve li Strasbourgê bi nobeda azadiyê balê dikişînin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Tevî sarmeya dijwar çalakger bênavber xebatên xwe didomînin. Nobetdarên azadiyê di çarçoveya çalakiyê de strasbûrgî, xebatkar û karmandên Konseya Ewrûpa, Yekîtiya Ewrûpa û tûrîstan agahdar dikin.
Di têkiliyên bi biyaniyan re behsa rewşa Ocalan û felsefeya wî dikin û girîngiya wî ya ji bo kurdan tînin ziman. Çalakgerên nobeda azadiyê di nava 4 rojan de tevî welatiyên Fransî û welatê cîran ên ewrûpî, bi gelek hemwelatiyên Ewrûpayê re jî re axivîn.
Çalakger, buroşor û belavokên têkildarî çalakiya nobeda azadiyê belav kirin û dîplomasiya rû bi rû dimeşînin.