Li Strasboûrgê AKP'yî ji bo dengê 'Erê' paketên alîkariyê belav dikin

Endamên AKP'ê, bi rêya mizgeftên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ji bo kesên dengê 'Erê' bidin paketên alîkariyê belav dikin.

Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê dengdana li derveyî welat dewam dike. AKP'ê, dek û dolabên xwe yên li nava Tirkiyeyê, derbasî welatên Ewropayê jî kir. Bi rêya mizgeftên li bajarê Strasboûrgê, ji bo kesên dengê 'Erê' bidin, paketên alîkariyê belav dike.

Paketên ku nivîsa 'EVET-Erê' li ser e, bi rêya mizgefta Yûnûs Emre ya li kêleka cihê dengdanê ye, hatin belavkirin. Li ser heman paketan nivîsa 'Çay a Reş' jî dinivîsîne.

Di wêneyan de tê dîtin, ku AKP'yî paketên bi nivîsa 'Erê' ji hundirê paketên mezin ên bê nivîs ên nava wesayîtê derdixînin. Vê yekê rê li ber fikaran vekir, ku ev paket bi dizî hatine anîn.

Roja Sêşemê hat dîtin ku ev paketên 'Erê' piştî dayina deng, ji kesên deng dane re hatin dayin.

Rayedarekî HDP'ê der barê vê rewşa sosret de ji ANF'ê re axivî û diyar kir, wan ev mijar bi rêya nûnerên CHP'ê ji Serkonsolosê Strasboûrgê re ragihandine. Rayedarê HDP'ê anî ziman, ku der barê mijarê de ew bi xwe jî duh bi Serkonsolos re axiviye.

HDP'yî diyar kir, Serkonsolosê Tirkiyeyê ji wan re gotiye, "Kesê ku paketê belav dike, li derveyî avahiyê (cihê dengdanê) ye. Tiştekî ku ez karibim bikim, nîne."

Hêjayî gotinê ye, bi biryareke gumanbar a Desteya Hilbijartinê ya Bilind re, dengdan li adreseke nêzî Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Diyanetê (DÎTÎB) tê kirin, ku ev sazî bi sîxuriya xwe ya ji bo AKP'ê di rojevê de ye. Li pêşberî cihê dengdanê mizgefta Yûnûs Emre heye, ku paketên bertîlê li vir tên belavkirin.