Li Stockholmê pîrozbahiya rojbûna Abdullah Ocalan û damezrandina PJAK'ê
Li paytexta Swêd Stockholmê 4'ê Nîsanê rojbûna 72'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 17'an a damezrandina PJAK'ê hate pîrozkirin.
Li paytexta Swêd Stockholmê 4'ê Nîsanê rojbûna 72'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 17'an a damezrandina PJAK'ê hate pîrozkirin.
Rojbûna 72'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 17'an a damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) doh li paytexta Swêd Stockholmê bi kombûneke girseyî hate pîrozkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, rêxistina PJAK'ê ya Swêdê peyamek da. Di berdewamiya ahengê de Hevserokê PJAKê Siyamend Muînî bi rêya Zoom axifî. Muînî destpêkê rojbûna Rêberê Gelêw Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina PJAK'ê pîroz kir û got, "Îro rojek gelek girîng e. Rojbûna ramaneke, rojbûna felsefeyek, rojbûna kesayetiyeke ku mîmarê paradîgmayek nû ji bo avakirina jiyanek azad û demokartîk e. Ji ber vê ez vê rojê li Rêber Apo û hemî mirovên azadîxwaz pîroz dikim."
Muînî bi dewamÎ got, "Sala 2004 di rojek weke îro de PJAK bi raman û felsefeyek nû li Rojhilatê Kurdistanê hate damezrandin. PJAK li ser vê bingeha raman û nêrîna Rêber APO bû hêviyek ji bo gelê me li Rojhlatê Kurdistan û Îranê. Êdî her kes dizane, serdem serdema desppêka sedsala bîstê nîne, êdî gelê me xwedî îradeya xwe û partiya xwe ye. Ji ber vê em hemû şanaz in bi vê yekê ku di nava refên partiyê de têdikoşin ku dîrokê dinivîse û di heman demê de bûye hêvî ji bo hemî gelê ku di erdnîgariya Îranê de dijîn."
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî bi rêya Zoomê tevlî ahengê bû. Remzî Kartal jî destpêkê rojbûna Rêberê Gelan Rêber Ocalan û salvegera damezrandina PJAK’ê li beşdaran û gelê Kurd pîroz kir.
Kartal got, "Îro ji bo gelê Kurd li her devera cîhan û tevayî Kurdistanê rojek gelek dîrokî ye. Rojbûna Kurdê azad e û rojbûna jin a azad e. Di heman demê de damezrandina PJAK’ê jî berhema vê rojê bûne."
Kartal axaftina xwe wiha dewam kir: "Rojhilata Navîn çar dewletên emperyal Kurdistan parçe kirine û ev sed sale ev sîstem ji hêla hêzên hegemon a cîhanî ve jî tê parastin. Di çarçoveya vê sîstemê de li dijî Kurdan komkujî pêk hatiye û ev sîstem, sîstema komkujî ya Kurdan e. Meşa Rêber Apo li dijî vê sîstemê ye. Hemû ew hêzên ku ev sîstema komkujî ya li ser Kurdan ava kirine, nikarîbûn meşa azadiyê ya Rêber Apo bisekinîn, ji ber vê jî komploya navdewletî xistin dewrê. Rêber Apo bi afirandina paradîgmaya azadiye, ew komploya hêzên hegemon û dewletên dagirker pûç kir. Têkoşîna Kurdan li hemî cîhanê deng vedaye. Li ser esasê paradîgmaya civakek demokratîk, azadîxwaz, ekolojîk li ser esasê azadiya jinê bûye pêşengê azadiyê ji bo hemî kesên ku li azadî digerin."
Remzî Kartal di dawiya axaftina xwe de got, "Li Rojhilatê Kurdistanê PJAK jî li ser esasê ve paradîgmayê têdikoşe. Geleke girînge PJAK ji bo hemî gelên Îranê pêşengî bike û pirsgirekê wan ên azadiyê çareser bike. Gelê me bi ruhê serketina berxwedana Garê gavek mezin avêt. Em ê li ser vî esasî îsal bikin sala azadiya Rêber Apo û avakirina sîstema demokrasiya gelê me û gelên Rojhilata Navîn."
Piştî axaftinan koma govendê ya Ciwanên Zagrosê her wiha hunermendên TEV-ÇAND a Swêdê li Stockholmê, hunera xwe pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.