Li Stocholmê Roja Rojnamevanên Kurd hate pîroz kirin
Li Stocholmê Roja Rojnamevanên Kurd hate pîroz kirin
Li Stocholmê Roja Rojnamevanên Kurd hate pîroz kirin
Li “Pirtûkxaneya Kurdan” ya di cîhanê de yekemîn ya li Stockholmê, yekemîn rojnameya Kurdan Kurdistan û “Roja Rojnamevanên Kurd” bi şahiyekê hate pîroz kirin.
Şahiya ku Komeleya Çanda Kurda ya Spanga organîze kirî, bi deqîqeyek rêzgirtina li ser giyanê şehîdên ku di tekoşîna rizgariya netewa Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.
Piştî Rojnamevan Hacî Kardeoxî, li ser girîngiya Rojnameya Kurdistanê ya ji bo Kurdan axivî, Rojnamevan-Nivîskar Kurdo Baksî li ser bi destpêkirina weşana Rojnameya Kurdistanê û heya roja me ya îro zext û êrîşên li ser rojnameya Kurd axivî, li ser pirsgirêkên roja me ya îro yên çapemeniya Kurd jî nirxandin kirin.
Balkişandin wê yekê ku, rêzimanekî hevpar tuneye, her wiha bikaranîna zaravayên cûda li Kurdistanê, li ser bikaranîna ziman dibe asteng, li rexmî ku çapemeniya Kurd pêşketinek mezin çêkiriye jî, lê belê pileya têxwestin ya jinê negihayê.
Baksî da diyarkirin ku, “Beriya niha çapemeniyên girêdayî partiya hebûn. Her kesê partî û serokê xwe dida pêş, cih ne dida dîtin û fikrên yên din. Niha jî çapemeniyên cûda yên partiyên cûda hene, lê belê ne tenê fikir û xebatên xwe, cih didin hemû çalakiyên Kurdan. Helwestên dijminane yên partiyan jî êdî rabûn, niha di çapemeniya Kurd de pêşxistina tekoşînê, çêker û xizmetê ji yeketiya netewî re dike serwere.”
Baksî anî ziman ku, piştî tv û televîzyonên peykê, çapemeniya Kurd gelê Kurd nêzî hev kiriye û di vir de tevkariya Medya Tv pire. Baksî destnîşan kir ku, Medya Tv di pêşketina muzîka Kurdî û rojnamevantiyê de rolekî pir mezin lîst. Baksî destnîşan kir ku, “Lê belê ev pêşketin bi zext û êrîşan dixwazin asteng bikin. 115 salin li dijî çapemeniya Kurd zext û êrîş didomin. Li girtîgehên Tirk nêzî 70 rojnamevanên Kurd girtîne. Di dema ku em Roja Rojnamevanên Kurd pîroz dikin de 26 jê girtî 48 rojnamevanên Kurd derketin dadgehê. Em vê qebûl nakin. Em daxwaz dikin ku, hemû hempîşeyên me yên di girtîgehên Tirkiyeyê de demildest serbest bêne berdan.”
Her wiha rojnamevan Nasir Hisamî jî pirsgirêkên îro yên çapemeniya Kurd anîn ziman.Hisamî behsa girîngiya zimanek û çapemeniyekî hevpar kir û da diyarkirin ku di rojnamevantiya li Başûrê Kurdistanê tê kirin de kêmûkurtiyên mezin hene. Her wiha da zanîn ku, pêwîste ji tecrûbe û ceribandinên rojnamevantiya Bakûr sûdê werbigirin. Hisamî aşkera kir ku, li hinek parçeyên Kurdistanê bikaranîna alfabeya Erebî û li hinek parçeyên din Latînî têkiliya di navbera Kurdan de dixe zehmetiyê û got: “Ev pirsgirêk dê bikaranîna alfabeyekî hevpar ya hemû parçeyan çareser bibe.”