Li Stenbolê polîsan du bira kuştin
Li Stenbolê polîsan du bira kuştin
Li Stenbolê polîsan du bira kuştin
Li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê ji ber polîs wesayîta xwe ya şexsî li rawestgeha minîbûsê parq kir nîqaş derket. Di nîqaşê de polîs çeka xwe bi kara anî û 2 birayên hev ên ji Sêrtê qetil kirin û yek jî bi giranî birîndar kir.
Duh di demjimêrên êvarê de Vezîr Ulug (40) ê ji Sêrtê yê ku li Duraga Minîbûsan a Topkapi û Edîrnekapi ya li ser Kolana Cengîz Topal a Kuçukkoy a navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê peywirdar û Polîsê bi navê Şenol Yîgît ê ku li Midûriyeta Polîsan a Beyoglu peywirdar ji ber polîs wesayîta xwe li nêzî durakê parq kir nîqaş derket. Hate zanîn ku, wesayîta ayîdî firmaya belavkariya avê ya hevjîna polîs bû. Polîs li hemberî daxwaza Ulug ya ku wesayîtê ji wir rabike derket û dest avête çeka xwe û Vezîr Ulug, birayê wî Veysî Ulug (30) û hevalê wan yê ji Erziromê Îsmaîl Guneş gulebaran kir. Piştî êrîşê polîsê êrîşkar li wesayîta xwe siwar bû û ji cihê bûyerê reviya.
3 kesên birîndar bûn jî bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan lê Vezîr Ulug yê ku gule ji singê wî ketî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Veysî Ulug û Îsmaîl Guneş ên li nexweşxaneyekî taybet dihatin dermankirin jî Veysî Ulug ligel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku, rewşa Guneş hêj gelek cidî ye. Hate zanîn ku, polîs hate binçavkirin û di derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.
Hate zanîn ku, cenaze rakirin Saziya Tipa Edlî û piştî otopsiyê dê birayên hev Ulug li Stenbolê bên definkirin.