Li Stenbolê pevçûn mezin dibin û gelek birîndar hene

Li Stenbolê pevçûn mezin dibin û gelek birîndar hene

Kedkarên dixwazin biçin Qada Taksîmê rastî êrîşên polîsên AKP’ê a tund tên û pevçûn nêzî Qada Taksîmê berdewam dikin. Ji ber gaza zêde tê bikaranîn gelek kes bi bandor dibin û polîs destûra ambulansan jî nadin.

Stenbola ku hikumeta AKP’ê dorpêç kiriye, serê sibê kedkar, partiyên siyasî û rêxistinên kedê li Beşîktaş û Şîşliyê hatin cem hev û êrîşa polîsan a tund berdewam dike. Bi hezaran kesên li Şîşliyê dest bi meşê kirin rastî mudaxeleya polîsan hatin û gele bombeyên gazê avêtin avahiya Navenda Giştî ya DÎSK'ê. Navenda sendîkayê vegeriya qada şer û 4 kesên di hundir de bîrîndarbûn bi sedeyan rakirin Nexweşxaneya Etfal a Şîşliyê. Serokê Giştî yê Eenerjî-Sen'ê Alî Duman ji ber bombeya gazê ya polîsan a li serê wî ket, Serokê Sendîkaya Nakliyat-Îş'ê Alî Riza Kuçukosmanoglu ji piyê xwe birîndar bûn. Pevçûnên li Şîşliyê berdewam dikin û hêzên çewîk ên polîsan xebatkarên çapemeniyê jî hedef digirin û bi bombeyên gazê û ava şid êrîşê li wan dikin.

Li Bulvara Barbarosê ya Beşîktaşê polîsan carek din êrîşî girseyê kir. KESK, Halkevlerî, ODP, CHP, komên femînîst bi keviran bersiva polîsan didin. Polîs êrîşî komên tên cem hev dikin û hevdîtinên Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Gursel Tekîn a bi rayedarên polîsan re bê encam ma. Ji ber êrîşa polîsan a tund gelek kes bi gazê bi bandor bûn. Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Gursel Tekîn ji ber bombeyên gazê bêhal bû rakirin nexweşxaneyê. Serokê Odeya Tabîban ê Stenbolê Taner Goren, li ser wesayîda anonsê bang li polîsan kir û diyar kir ku, 3 kes ji ber gazê bi bandor bûn û rîska qeyrana dil derbaz bikin heye û daxwaza ambulansê kir. Ligel vê yekê polîsan disa bi bombeyên gazê mudaxele berdewam kirin. Piştî vê mudaxeleyê 5 kes bi cidî ji ber gazê bi bandor bûn. Hate ragihandin ku ji kesên ji ber gazê bi bandor bûn yekî krîza dil derbaz kir. Ambulansên dereng hatin cihê bûyerê mudaxele li kesê nerihetbûn kir û rakirin nexweşxaneyê. Di wê demê de jî polîsan bombeyên gazê bikaranîn.

Lialiyê din hinek komên din meşa xwe ya ber bi Taksîmê ve didomînin. Koma ji aliyê Dolapdere ve ber bi Talîmhaneym ve çû li kolanên Qada Taksîmê rastî astengiya polîsan hat. Komê barîkat di rê de dan û polîsan bi bombeyên gazê û ava bi boyax êrîş kir. Komê jî bi keviran bersivan wan da.