Li Stenbolê îşkenceya AKP’ê
Li Stenbolê îşkenceya AKP’ê
Li Stenbolê îşkenceya AKP’ê
Hikumeta AKP’ê û daxwaza sendîkayan ya pîrozkirina 1’ê Gulanê li Taksîmê redkir, hemû rêyên diçin Taksîmê girtin. Heta Pira Galata jî girtin.
Qada Taksîmê ku piştî 1’ê Gulana 1977’an 34 kesan jiyana xwe ji dest da ji pîrobahiyên 1’ê Gulanê re hate girtin, sala borî pîrozbahî lê hate kirin, lê belê îro dîsan bi qedexekirinek cûda careke din ji karker û kedkaran re hate girtin. Lê dibe ku cara yekeme Stenbolî rastî rojek wisan tên.
Pitî pîrozbahiya 1’ê Gulanê li Taksîmê bi hinceta “înşaatê” hate qedexekirin, AKP’ê Stenbol dorpêç kir. Li bajarekî şêniya wê nêzî 14 milyonî muameleya ‘çotgeha AKP’ê’ lê tê kirin.
Ji bo berxwedana sendîkayan bişkênin hemû rêyên diçin Taksimê girtin. Ne tenê yên dixwazin 1’ê Gulanê pîroz bikin, metropolê mezin ku rejimên dîktatoryal jî cesaret nekirin pêkanînek wisan bike, hikumeta AKP’ê kir.
Piştî metrobus, metro, tramway, vapûr, seferên otobusan yên Taksîmê hatin rawestandin, vêcarê Pira Galata û Unkapani jî hatin girtin.