Bi armanca şermezarkirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jin TJK-E'yî û jinên Ewropî li ber avahiya CPT mîtîngek lidar xistin. Di dema rêveçûna mîtîngê de heyetek ji jinan bi rayedarên vê saziyê re hevdîtin kir û jê xwest, heyetekê bişîne Îmraliyê.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bi şiyara "Jin ji bo azadiya Rêberê xwe, ji bo azadiya xwe çalakiyan pêk tînin", "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu", li bajarê Fransa Strasboûrgê li ber avahiyên Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Konseya Ewropayê (KE) xwepêşandanek lidar xist.
Bi qasî hezar jin beşdarî çalakiyê bûn û bang li saziyên Ewropayê hat kirin ji bo bi berpirsyariyên xwe rabin. Di dema rêveçûna mîtîngê de heyetek ji Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, endama Heyeta Îmraliyê û endama Kordînasyona KJA'yê Ceylan Bagriyanik, nûnera TJK-E Nûrsel Kiliç û nûnerê HDP'ê yê li Konseya Ewropayê (KE) Faîk Yagizay bi rayedarên CPT re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de Dîlek Ocalan diyar kir, ev saleke ew nikarin agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin û got, "Hem weke malbat, hem jî gelê Kurd em nikarin agahiyê ji Ocalan bigirin. Ji ber vê rewşê em bi fikar in." Dîlek Ocalan destnîşan kir, eger tecrîda li ser Ocalan bê dewam kirin, Tirkiye wê ber bi felaketê ve biçe û ji CPT xwest bi lezgînî heyetekê bişîne Îmraliyê.
'JI BO QEDANDINA ŞER DIVÊ HEVDÎTIN BÊ KIRIN'
Endama Heyeta Îmraliyê û endama Kordînasyona KJA'yê Ceylan Bagriyanik jî da zanîn, tecrîda 17 sal in li ser Ocalan heye, helwesteke siyasî ya ji bo çaresernekirina pirsgirêka Kurd e.
Nûnera TJK-E Kiliç û nûnerê HDP'ê yê li KE Yagizag jî ragihand, wan gelek caran bi CPT re hevdîtin kirine, êdî divê gavên şênber werin avêtin. Nûneran dan xuyakirin, ku ew dixwazin derhal agahiyê ji Ocalan werbigirin û ji bo şer bê qedandin divê hevdîtin were kirin Kiliç û Yagizay diyar kirin, divê derhal veger li pêvajoya muzakereyê bê kirin.
CPT: EM JÎ BI FIKAR IN
Heyetê piştre dosyayek li ser navê TJK-E hatibû amadekirin radestî rayedaran kir. Di dosyayê de bal hat kişandin ser mercên tecrîda 17 salan. Rayedarên CPT jî di hevdîtinê de ragihandin, ku ew bi fikar rewşê dişopînin û dan zanîn, ku ew ê mesaja heyetê ji komîteyê re ragihînin.