Li ser sînor îşkenceya leşkerên tirk
Li ser sînor îşkenceya leşkerên tirk
Li ser sînor îşkenceya leşkerên tirk
Ciwanê bi navê Taha Xalid, diyar kir ku dema bi birayê xwe re çû Bakûrê Kurdistanê, leşkerên tirkan bi awayeke hovane îşkence li wî kiriye.
Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, ciwanê bi navê Taha Xalid, dema bi birayê xwe re xwest derbasî Bakûrê Kurdistanê bibe, ji aliyê leşkerên tirk ve hate girtin û îşkence li wî hate kirin.
Xalid derbarê mijarê de jiANHA’yê re axivî û ev agahî dan: "Dema ez û birayê xwe me sînor derbas kir dewriyeke tirkan rastî me hat û ji ber ku em bi ziman Kurdî axivîn, bi awakî hovane îşkence li me kirin. Piştre bi qontaxa çeka xwe li serê min dan û ez ji ser hişê xwe çûm. Her wiha pere û telefonên me jî ji me girtin."