Li ser rêya Seddam
Divê em careke din jî vê rastiyê destnîşan bikin ku çi dike bila bike, rêveberiya Tayîp Erdogan wê biçe...Em çi bêjin, her kiryarên Tayîp Erdogan dişibin yên Seddam Huseyîn û daye ser rêça wî.
Divê em careke din jî vê rastiyê destnîşan bikin ku çi dike bila bike, rêveberiya Tayîp Erdogan wê biçe...Em çi bêjin, her kiryarên Tayîp Erdogan dişibin yên Seddam Huseyîn û daye ser rêça wî.
Pêşî em bi vê tespîtê dest pê bikin; pevçûna di navbera Fetullah Gûlen û Tayîp Erdogan de ne pevçûna dijberan e, berevajî pevçûna hevrengan e. Ji aliyê îdeolojîk, polîtîk, stratejîk û taktîkî ve bi qasî van herdu kesayetan kêm kes hene ku bişibine hev. Herdu jî xwediyê xeteke nasyonalîzma dîndariya îslamî ne, ango senteza Tirk û Îslamê diparêzin. Herdu jî dijminên Kurdan in. Herdu jî xwe spartine hêza mezin ango hêza xwe ji Amerîkayê digirin. Herdu jî tekpereset û serdest in. Herdu jî bêbext in. Ango bi rêya bikaranîna kesan dixwazin xwe rizgar bikin û tekperestiyê esas digirin.
Dibe ku ji ber taybetmendiyên wan yên bi vî rengî be kû îtifaqa herî domdar ji aliyê van herdu kesayetan ve hatiye birêxistinkirin. Têkilî û karbeşiya wan xwe digihîne heta salên 1976'an. Her du kesayet jî, ji aliyê cuntaya faşîst a 12'ê îlona sala 1980'an ve nehatine astengkirin, berevajî pêşiya wan hatiye vekirin. Koalîsyona sosyal demokrat, nasyonalîst û liberal a di bin serpereştiya Bûlent Ecevît de ku di pêkanîna Komploya Navneteweyî de bi ser neket û di payîza sala 2002'an de ket bin sifirê, pêşiya van herdu kesayetan jî bi tevahî hat vekirin. Li ser vê esasê û bi awayekî hevkar xwe spartin Amerîka û heta sala 2013'an bi hev re bûne desthilatdar.
Baş e, sedemên ku van herdu kesayetan ev sê sal in dide şerkirin çi ne? Bersiva vê pirsê yek e û misoger e; şerê desthilatê ye! Têkoşîna desteserkirina desthilatiya dewletê ye. Gava herdu kesayet jî mezin û bi hêz bûn, desthilatiya dewletê û serweriya Tirkiyeyê ji herduyan re hindik hat. Her wiha daxwaza serweriya yekî ji wan ev şerê navborî derxistiye holê. Ango li gorî wan li ser bedenekê du serî nabe. Nexasim gava efendiyê ku xwe spartî jî heman kes be, wê demê ferz bûye ku yek ji wan bi serê xwe desthilatê bi dest bixe. Vaye sedemê herî girîng ê ku di van sê salan de Tirkiyeyê kişandiya nav vê şerê giran jî ev e.
Herdu kesayet jî ji hevkariya ku heta dawiya 2013'an dewam kir, sûdê wergirtine. Bi taybetî jî rastiya ku Fetullah Gûlen çawa vegeriyaye dewleta duyem jî di sê salên dawiyê de bi zelalî derketiye holê. Lê piştî bûyerên 17 û 25'ê meha 12'an a sala 2015'an Tayîp Erdogan bêtir ketiye rewşeke hişyariyê û stêrka wî biriqiye. Di van sê salên dawiyê de tevahiya êrîşên Fetullah Gûlen pûç kirin û mîna ku vê gavê bi ser ketibe xuya dike. Lê di rastiyê de hîna şer neqediyaye û wê demek dirêj jî berdewam bike.
Niha bi bahaneya desthilatiya şexsî ya li gel Fetullah Gûlen, Tayîp Erdogan bi dîktatoriya komkujer û faşîst ve di serî de Bizava Azadiyê ya Kurdistanê dixwaze tevahiya muxalefeta Tirkiyeyê biperçiqîne û tasfiye bike. Di vir de jî hewldana cuntaya biguman a 15'ê Tîrmehê dike bahane û xwe dispêre Rêveberiya Rewşa Awerte ya di 20'ê Tîrmehê de îlan kirî. Di rastiyê de çawaniya hewldana cuntaya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê hîna jî zelal nebûye. Di ser de jî, zelal bûye ku amadekariya cuntayê ji aliyê rêveberiya Rûsyayê ve ji bo Erdogan hatiye ragihandin. Her wisa diyar û zelal e ku haya Tayîp Erdogan ji mêj ve ji amadekariya lidarxistina cuntayê hebû û xwe amade kiribû. Di vê rewşê de pirsa ku, madem haya wî jê hebû, çima bi awayekî cihêreng hewldana cuntayê asteng nekir, li pêşiya Erdogan e.
Bêguman rewşa îro ya şerê di navbera Fetullah Gûlen û Tayîp Erdogan de parçeyek ji şerê di navbera pergala modernîteya kapitalist a global û ya statûkoparêziya netewe dewleta Tirk de ye. Hizba Tayîp Erdogan hewldide ku tevgera Fetullahî ji kokê ve tine bike û pergala global a di bin serpereştiya Emerîka de ji xwe re neçar bihêle. Mirov dikare bibêje ku di demên dawiyê de di vî warî de hind serkeftinan jî bi dest xistiye.
Helbet ji bo yên heta vir hatîn destnîşankirin ji aliyê şerê desthilatiyê ve dibe ku asayî bê dîtin. Lê aliyê ku divê baş li ser were rawestîn jî ev e ku rêveberiya Tayîp Erdogan, Fetullahiyan wek gornebaş dide nîşan, bi vî awayî derdorên olperest û nasyonalîst li dora xwe kom dike, terora dewletê ya faşîst sazkar dike, dixwaze her kesên ku li dijî Tayîp Erdogan in tasfiye bike û biperçiqîn e. Li ser vê bingehê di serî de gelê Kurd, wisa jî tevahiya aliyên demokratîk kiriye armanca nêçîra hovane ya faşîzmê.
Rêbazên ku îro rêveberiya Tayîp Erdogan bikartîne bi rêbazên rêveberiya Hîtler re hevreng in. Dîsa rêbazên rêveberiya Seddam Huseyîn yên di serdama nêzîk de jî bi bîr tînin. Bi deh hezaran karmend, akademîsyen, mamoste, polîs, leşker, dadger û hwd. ji kar hatine avêtin û bi hezaran jî hatine zindanîkirin. Heta birayên wek Ahmet û Mehmet Altan jî hatîn zindanîkirin. Herî dawî xebatkarên rojnameya Cumhuriyetê hatîn binçavkirin û rojname jî bi tehdîta girtinê re rû bi rû ye.
Kiryarên li Kurdistanê jî seranser di asta komkujiyê de ne. Pêvajoya ku bi wêrankirina bajarên Cizîr û Surê ve dest pê kirin, her ku diçe zêde û berdewam dibin. Piraniya bajarên wek Nisêbîn, Şirnex û Geverê ruxandî ne. Ji 24'ê Tîrmeha 2015'an ve hejmara mirovên ji aliyê artêş û poîsên Tirk ve hatîn kuştin bi hejmarên hezarî ve tên gotin. Hejmara yên di oprerasyonên komkujiya siyasî de hatîn girtin jî, dibe ku gihiştibe deh hezaran. Çend sed hezar mirov jî ji ber zextên dewleta Tirk neçar mane cîh û warên xwe biterikînin.
Gelê Kurd di pêvajoya 93'ê salan a komarê de serdema herî bi zext û tije komkujî jiyaye. Hewldanên lînçkirinê, nizmkirin, sixêf û heqaretên li ser gelê Kurd di asta herî bilind de ye.
Li aliyê din tesfiyeya plankirî ya li ser qada siyaseta demokratîk ku temsîla xwe di HDP û DBP"ê de dibîne, rakirina mafê destlênedana parlamenteran û bi girtina hevserokê DBP'ê Kamuran Yûksek ve dest pê kir. Li gel van, hevşaredarên DBP'ê hatin girtin û ji kar hatin avêtin. Ev êrîşa navborî ji 11'ê Îlonê ve dijwartir bûye. Dagirkeriya kayyuman ku di bin hevdîtina li Îmraliyê de hatin veşartin, şaredariyên DBP'yî bêkarîger hiştine û herî dawî bi girtina hevşaredarên şaredariya mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli re bi encam bûye.
Dîsa, çapemeniya azadîxwaz û demokratîk hatin girtin û qedexekirin. Niha dor hatiye ser girtina parlamenterên HDP'yî yên mafên destlênedana wan hatin xespkirin. Her wiha di sibeha 4'ê Mijdarê de hevserokên HDP'ê jî di nav de deh parlamenter hatine girtin û hind ji wan bi lez û bez hatine zindanîkirin. Li ser vê bingehê, wisa diyar e koma HDP'ê ya ku qada xebatên wan hatîn tengkirin, wê bi tevahî bê tinekirin. Yên digotin; em partiyan nagirin, derket holê ku awayê tinekirina wan a partiyên siyasî jî wiha ye.
Wisa diyar e ku dîktatoriya komkujer a faşîst ya Tayîp Erdogan wê li êrîşên xwe yên li ser destkeftinên hêzên demokratîk û şoreşger berdewam bike. Îlana OHAL (Rêveberiya Rewşa Awerte) ji bo vê mebestê hat kirin. Tayîp Erdogan siberoj û hebûna xwe di tasfiyekirina Bizava Azadiyê ya Kurdistanê û tevgera demokratîk a Tirkiyeyê de dibîne. Her wiha wê êrîşên xwe yên faşîst yên bi daxwaza îmhakirinê bidomîne. Lewre siberoja AKP'ê ya îdeolojîk û stratejîk nîne. Statûkoperestiya faşîst a netewe dewletê ya ku ew diparêze, êdî ne ji aliyê gelê Ereb û ne jî ji hêla civaka Kurd ve tê qebûlkirin. Bi heman rengî, kapîtalîzma global jî êdî nema dikare vê ragire. Her wiha di encama vî karî de, misoger e ku wê AKP wenda bike, têkbiçe û tine bibe. Vaye ji ber ku bi vê dizane, ji bo hindekî din temenê xwe dirêj bike, tevahiya hêza di destê xwe de bikartîne û li êrîşên xwe yên taktîkî berdewam dike.
Bi mehan e em ji bo ravekirina vê rastiyê di nav hewldanan de ne; encax berxwedan dikare faşîzmê têkbibe, li hemberê faşîzmê bêdengbûyîn nabe. Vê gavê ev destnîşankirinên me bêtir hatine çespandin û misoger bûne. Êrîşên wan çawa dibin bila bibin, divê mirov li hemberê faşîzma AKP'ê bêdeng nemîne û bi her cure rêbazê li ber xwe bide. Bi taybetî jî civaka Kurd, di serî de jî jin û ciwan, divê bi ti awayî bêdeng nemînin û li îradeya xwe ya hilbijartî xwedî derkevin. Divê bi awayê girseyî xwedî li HDP'yiyên berxwedêr derkevin û li dijî faşîzma AKP'ê di nav çalakiyên bênavber de bin. Divê hesaba kiryarên wê qat bi qat ji AKP'ê bête pirsîn. Helwesta şoreşger, welatparêz û demokratîk jî ev e.
Divê em careke din jî vê rastiyê destnîşan bikin ku çi dike bila bike, rêveberiya Tayîp Erdogan wê biçe. Mayîndeyî û siberoja vê rêveberiyê sedîsed tineye. Wê biçe, lê ev wê kengê û çawa çêbe? Ev hîn tam ne diyar e. Em çi bêjin, her kiryarên Tayîp Erdogan dişibin yên Seddam Huseyîn û daye ser rêça wî. Wê dawiya wî jî wê bişibe Seddam Huseyîn yan na? Vê jî wê dîrok nîşan bide.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA