Li sê bajarên Swîsreyê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

Li bajarên Bassel, Bellînzona û Lûzern ên Swîsreyê bi Pêngava 15’ê Tebaxê bi şahiyê hate pîrozkirin.

Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li bajarên Bassel, Bellînzona û Lûzern ên Swîsreyê bi şahiyê hate pîrozkirin.

BASEL  

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li qada Dreîrosenbrcke Kurdistanî dostên wan ên hatin ba hev heta Barfusserplatzê meşiyan. Kurdistaniyan di meşê de pankarta bi nivîsa ‘Êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê rawestînin, dîktator Erdogan rawestînin’ vekirin, posterên Ocalan û alên PKK’ê hildan. Di meşê de bê navber dirûşmên êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar dikin qîrkirin. Li qada Barfusserplatzê mîtîngek hate kirin û vir belavoka bi zimanê Elmanî hate xwendin. Pîrozbahî bi gerandina govendê ve bi dawî bû.

LÛZERN

Pîrozbahiya li qada Pavillion am Natianalquai bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Alî Şîmşek axivî. Şîmşek bal kişand ser rola 15’ê Tebaxê û cihê wê yê di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de. Piştî axaftinan pîrozbahî bi rêze çalakiyên cuda bi dawî bû.

Li aliyê din li Zurih û Bellînzona yên girêdayî Kantona Tcînoyê şahiyên 15’ê Tebaxê hatin lidarxistin.